Amîda Kurd - Linköping, 25 Avrêl 2026
Roja şemiyê, 25ê avrêlê, li Pirtûkxaneya Bajar a Linköpingê bi sernavê "Gotinên ji derveyê sînoran: Tecrubeyên sirgûnê û mercên demokrasiyê" paneleke girîng hat lidarxistin. Panel ji aliyê PENa Swêdê seksiyona Östergötlandê ve hat organîzekirin. Di panelê de dengên li sirgûnê gihiştin hev da ku nîşan bidin ka ji bo kesên neçar mane welatê xwe biterikînin gotina azad çawa dikare bibe bingeha demokrasiyê û amûreka berxwedanê.
Moderator Pontus Plænge, derhêner û aktorê navdar, bi xwendina xalên destûra bingehîn a Swêdê ya li ser azadiya ramanê panel da destpêkirin. Wî rexne li kêmkirina budçeya çand û wêjeyê girt û destnîşan kir ku ev yek bi awayekî nerasterast gefê li azadiya ramanê dixwe.
Dengê ji sirgûnê û berxwedana bi ziman
Nivîskar, helbestvan û xebatkarê çandê yê kurd, Mahabad Felat, bi bandoreka mezin çîroka xwe ya ferdî parve kir û xwe da nasîn. Felat anî ziman ku wî li welatê xwe red kiriye ku sansurê li ser xwe bisepîne û ji ber vê yekê ji kokên xwe hatiye qutkirin û ber bi sirgûnê ve hatiye şandin. Wî got:"Sirgûn ne tenê rev e, lê belê destpêka têkoşîneke nû ya ji bo azadiyê ye. Sirgûn hem birînek e û hem jî di heman demê de dermanek e".Felat hişyarî da ku dema gotinên azad winda dibin, em ne tenê azadiya ramanê, lê çekê herî bi hêz ê parastina demokrasî, wêje û çandê jî winda dikin.
Rewşa li Tirkiyeyê û perspektîfên akademîk
Weşanger û çalakvanê mafên mirovan ê naskirî Ragıp Zarakolu, qala rewşa giran a li Tirkiyeyê kir. Zarakolu, ku ji sala 2012an ve li Swêdê li sirgûnê dijî, bal kişand ser muxalîfên ji ber raman û nasnameya xwe girtî ne û behsa zextên li ser weşangerên li dijî sîstemê kir.
Ji aliyê din ve, profesorê zanistên siyasî Peo Hansen, perspektîfeke akademîk pêşkêşî panelê kir. Hansen li ser mijarên wekî demokrasiyê, koçberiyê û polîtîkayên Yekîtiya Ewropayê rawestiya û pêdiviya dîtina koçberiyê di çarçoveyeke berfireh a aborî û demografîk de anî ziman.
Di dawiya panelê de, hemû beşdar li ser vê yekê hemfikir bûn ku azadiya ramanê ne luks e, lê şertê bingehîn ê demokrasiyê ye.
Moderator Pontus Plænge bi van gotinên Mahabad Felat panel bi dawî kir: "Zimanê li sirgûnê hem birînek e û hem jî dermanek e".