1 deqîqe xwendin

Grev bi çalakiyên cuda didome

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

2'yemîn koma greva birçîbûnê ya li Edenê deestpê kiriye çalakî dewr girt. Greva birçîbûnê bi xwepêşendanên cihê berdewam dike.

Greva birçîbûnên ya li Edenê di bin pêşengiya BDP û TUHAY-DER'ê destpê kiriye de ket roja 7'yan. 2'yemîn koma çalakiyê grev dewr girt. Di çarçoveya çalakiyê de li komeleya hevkarî, çand û demokrasiyê ya taxa Gulbahçesiya Seyhanê şahî hat lidar xistin. Gelek welatî tevlî şahiyê bûn. Endamên 2'yemîn koma çalakiyê di şahiyê de govend girt û greva xwe berdewam kir. Hevserokê BDP'a Seyhanê Murat Turgay di şahiyê de axivî û çalakvan silav kirin. Turgay got; "Mafê tu kesî nîn e u vî gelî ber bi tarîtiyan ve bibe. Lewma em li wê derê ne û li her derê ne."

Turgay, bang li kurdên Edenê kir ku herkes tevlî çalakiya roja şemiyê saet; di 12:00'an de ya li Dagliogluya Seyhanê bibin. DÎHA(ak)