GOKHAN ALTAY
COLEMÊRG (DÎHA) - Gundê Biyadirê yê Çelê ku di salên 1990’î de hat şewitandin bi riya komun û meclisan ji nû ve tê avakirin. Gundiyan meclisa xwe ava kir û ji bo vegera gundiyên koç kirin jî di nav hewldanan de ne. Pirsgirêkên gund bi riya meclisê tên çareserkirin û bi riya meclisê heya niha 3 sera hatine çêkirin. Di gundê ku piranî cureyên fêkiyan digihên de hilberîn jî bi riya meclisê li gundiyan tê parvekirin.
Bi bangewaziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek deverên bakurê Kurdistanê pergala xwerêvebirinê tê avakirin. Yek jê bajarê ku guh da vê bangawaziyê û xwedî lê derket jî Colemêrg e. Di gundê Biyadir (Narli) ya Çelê ya Colemêrgê de bi riya avakirina meclisan jiyana komunal ku wek hîma Xweseriya Demokratîk tê dîtin tên avakirin. Gundê Biyadirê di salên 1990’an de ji aliyê dewleta tirk ve hat şewitandin lê gundî di salên dawîn de hatin gundê xwe û gund ji nû ve ava dikin.
Hilberîn tê parvekirin
Di gundê ku 20 mal lê hene de 2 meh ewilî mecliseke ku ji 12 kesan pêk tê hat avakirin. Di meclisa ku jin û ciwan xweser in de pirsgirêkên navxweyî û ji aliyê aboriyê ve kar û bar dikeve ser meclisa gund. Meclisa gund hewl dide ku kesên di salên 1990’î de koçî Tirkiyeyê bûn paş ve bîne axa xwe. Bi riya meclisê di gund 3 serayên mezin hatin danîn. Di serayan de sebzeyên wek roka, bexdenûs, tivir, gizêr û pîvaz hatine çandin. Di serayan de karek kolektîf tê meşandin her kes dor bi dor li çandiniya serayan re eleqedar dibe. Hilberîna ku ji serayan tê jî li gorî rewşa aboriyê yê niştecihên gund tê parvekirin.
Gundî debara xwe bi xwe dikin
Gundî ji bilî karê hilberîna serayê karê mozvaniyê jî dikin. Di gund de her sal nêzîkê 2 ton hingiv derdikeve. Hingiva ku tê hilberîn jî ji derve re bi buhayê 60 TL’yî tê firotin. Gundê Biyadirê ku ji aliyê xwezaya xwe ve jî balê dikişîne ser xwe de her cure fêkiyên wek hirmî, sêv, tirî, givîş û hinar jî jî ji aliyê gundiyan ve tên hilberîn. Ji ber ku darên gund ji aliyê dewletê ve hatin şewitandin niha her mal li derdora mala xwe daran diçikîne. Dîsa gundî bi firotin hilberîna ku ji xwezayê digirin debara xwe dikin. Gundî ji ber ku ji aliye aborî û çareserkirina pirsgirên ve tu kêmasî najîn gelek kêfxweş in.
Nêçîrvanî jî ji aliyê meclisê ve hatiye qedexekirin. Meclisa gund nahêle ku tu kes nêçirvaniyê bike û ajalan bikuje.
Reklamên ku hingivên sexte dikin li ber keda gundiyan astengiyek e
Hevserokê meclîsê Abdulselam Erdal diyar kir ku wan ji ber rêvebirina xwe cihî meclis ava kirin. Erdal da zanîn ku li gundê wan her seze û fêkî xwezayî ne û tu madeyên ku zirarê bide tenduristiya mirovan tê de nîn in. Erdal destnîşan kir ku wan heya niha gelek arîşeyên di nav gund de jî bi riya meclisê çareser kirine û wiha got: “Di gund de kesên ku rewşa wan ji aliyê aboriyê ve nebaş in jî hene. Rêvebiriya meclisa gund di vî warî de alikariya van kesan jî dike.” Erdal li ser pirsgirêkên ku dikişînin jî axivî û wiha got: “Di televîzyonan de hingivên ku ne xwezayî ne tên firotin. Lê em li vir hingivê xwezayî çêdikin. Ji ber van reklamên televîzyonan hin hingivên me yên xwezayî jî di destên me de dimînin.”
‘Azadiya ajalan jî di berpisyariya me de ye’
Erdal anî ziman ku ew ne tenê ji bo mirovên li gund her wiha ji bo zindiyên ku li gund dijîn jî kar û xebatan dimeşînin. Erdal bi lêv kir ku li gund gelek ajalên kuvî jî hene û ew nahêlin tu kes zirarek bidin wan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çawa ku em ji bo mirovan azadiyê dixwazin divê em azadiya ajalan jî biparêzin da ku ew jî li çiyayên azad bijîn.”
(wk)