2 deqîqe xwendin

Herêma Mehmûdiyan hat rizgarkirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

MehmûdîHêzen Federal (YPG, YPJ, QSD) herêma Mehmûdiyan a peravê Çemê Firatê seranser rizgar kir.


Li gor agahiyan Hêzen Federal operasyona rizgarkirina derdora Reqayê didomînin û gundên rizgarkirî ji mayin, teqemenî û çeteyan paqij dikin.


Herêma Êla MehmûdiyanHerêma ku herî dawî hate rizgarkirin, ku li ser zîviroka herî başûr a Çemê Firatê ye, di belgeyên Dr. M. Izady (Gulf200 Columbia Edu) de hatiye nîşankirin ku wê demê êla Kurd a bi navê Mehmûdiyan lê dijiya.
Gundê Mehmûdiyê jî di van saetan de cihê şer û pevçûnan e, di navbera Hêzên Federal ên Rojava û DAIŞ'ê de.


Rizgarkirina Reqayê Rojava Xurtir Dike

Rizgarkirina Reqayê Rojavayê Kurdistanê xurtir dike. Lewre Reqa ji bo sîstema Rojava xwe îspat bike dê bibe bingeheke girîng û dema bi ser bikeve dê rê li ber pêşketinên gelekî mezin veke. Heke Reqa wekî Rêveberiya Rojava îdia dike, bibe cihê azadiya gelan, wekheviya gelan û serbestî û azadiyê, dê bandora vê her çar aliyên Reqayê ber bi xwe ve bikişîne û ji bo Dêra Zor û Helebê jî bibe mînak.