Şervanên YBŞ, YPJ Şengal, gerîlayên HPG û YJA Star û hêzên pêşmerge roja 13’ê Mijdarê ketina navenda bajarê Şengalê û rizgar kirin
ŞENGAL / ROJNEWS
VÎDEO: https://www.youtube.com/watch?v=XoA8tRFcvj4
Şervanên YBŞ, YPJ Şengal, gerîlayên HPG û YJA Star û hêzên pêşmerge roja 13’ê Mijdarê ketina navenda bajarê Şengalê û rizgar kirin. Gerîla û şervanan di navenda bajêr de îdiayên ku dibêjin hêzên wan di nav bajêr de nîne, derew derxistin.
Şengal roja 13’ê Mijdarê ji aliyê Hêzên YBŞ, YPJ Şengal û gerîlayên HPG û YJA Starê û hêzên pêşermergeyan hat rizgarkirin. Di sedî komek şervan û gerîla daketin bajêr û dest bi operasyonê kirin paşê hêzên din jî li pey re xwe berdane navenda bajêr. Çapemeniya PDK’ê hewl da hebûna gerîla û şervanan ve ji nedîtî ve were. Nûçegihanên me jî bi şervan û gerîlayan re daketin navenda bajêr û bi wan re axivî.