ÊLIH (DÎHA) – Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên dij mirovahî, heta niha li navenda Êlihê û li gundên Êzidiyên Qubînê bi tevahî 437 welatî, bi alîkariya komîsyona ji bo Êzidiyan hatiye avakirin hatine bicihkirin. Hemû pêdiviyên welatiyên Êzidî ji aliyê komîsyonê ve tê pêkanîn. -
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên dij mirovahî li derdora Şengal û Mexmûrê destpêkirin, bi deh hezaran Êzidî ji ser axa xwe koçber bûn. Heta niha bi dehan malbatên Êzidi hatine Êlihê û li cihê cûda bicih bûne. Li gel malbatê ku hatine jî hatina welatiyên êzidî ya ji Başûr didome. Di nava hefteyek dawî de heta niha 437 welatiyên Êzidî hatine Êlihê. Welatiyên êzidî yên tên Êlihê bi alîkariya komîsyona ji Şaredariya Êlihê, rêxistinên PHD, HDP ên Êlihê û saziyên civaka sivîl ên Êlihê li gund û cihên cûda tên bicihkirin. Li gel vê komîsyonê jî gundên Êzidiyên Qubînê jî xwedî li welatiyên êzîdî yên ji Başûr tên derdikevin.
Hemû alîkariya pêdivî ev komîsyon dike û her wiha komîsyona tendûristiyê ya ji Şaxa SES’ê ya Êlihê, Odeya Tabîban a Êlihê, Odeya Dermansazên Êlihê û Navenda Tenduristiyê ya Şaredariya Êlihê jî alîkarî û tedawiyên tenduristî dike.
Welatiyên Êzidî yên ji ber çeteyên DAIŞ’ê reviyane û li navenda Êlih û gundên Êzidiyên Qubînê bicih bûne wiha ye:
Mala Gel a Musa Anter a Şaredariya Êlihê: 77 kes
Li malek bicihkirin: 9 kes
Li Otelê GAP: 21 kes
Gundê Bazîwanê: 82 kes
Gundê Qorixê: 20 kes
Gundê Hemdûna: 18 kes
Gundê Çinêriya: 25 kes
Gundê Şimzê: 53 kes
Gundê Feqîra: 78 kes
Gundê Şasimê: 42 kes
(bg/lg)