NAVENDA NÛÇEYAN/ROJ NEWS
Piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî bajarê Kobanê û berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê zêdetirî 50 keç û xort ên ji neteweyên din beşdarî nava refên YPG/YPJ’ê bûne.
Rojnamevan û çalakvan Arî Herkî ji RojNewsê re diyar kir ku zêdetirî 50 kesên biyanî tevî YPG/YPJ’ê bûne û wiha got: “Hêjmara şervanên Amerîkî, Kanadî, Almanî, Brîtanî û Îsraîlî yên di nava YPG/YPJ’ê de 50 kes derbas kiriye. Beşdarbûna şervanên biyanî ji tevayî cîhanê berdewam dike.”
Di nava rêzên YPG/YPJ’ê de kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, tirk, ereb, ermenî, kildanî, Yûnanî, Îsraîlî, Amerîkî, Afrîqî û Almanîhene. Hemû bi hev re li dijî çeteyên DAIŞ’ê di eniyekê de şer dikin û rojavayê Kurdistanê li hemberî êrişan diparêzin.