2 deqîqe xwendin

Hewramî jî daxwaza perwerdeya bi zaravayê xwe dikin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ROJNEWS - HÎWA ŞAREZÛRÎ/HELEBCE Rêxistina Parêzvanên Zimanê Hewramî daxwaznameyek pêşkêşî parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin û tê de daxwaz dikin ku zaravayê wan jî di xwendin û ragihandinê de were bi cih kirin, ji bo êdî erkê parastina wî zaraveyî li ser milê xelkê nemîne.

Di daxwaznameya Rêxistina Parêzvanên Zimanê Hewramî de wiha tê gotin: “Em carekî din daxwaz ji parlamentoya Kurdistanê dikin ku xwedî li erkên xwe derbikeve. Cih û statûya zimanê Hewramî bide welatiyên Hewreman, ji bo Hewramî di dibistan û çapemeniyê de were bikaranîn. Çima ev were paşguhxistin. Heta erkê parastina zimanê Hewramî li ser milê xelkê nemîne, divê dezgehên hikûmetê jî alîkariya me bikin.”

Rêxistina Parêzvanên Zimanê Hewramî çend pirsyaran ji parlamentoyê dike û wan pirsan wiha rêz dike: “Behsa proje yasaya zimanê pêkhateyên din ên ne kurd yên weke Tirkmen û Xiristiyan tê kirin. Vaye li parlamento û di çapemeniyê de behsa vê yekê tê kirin... Ev pirs ligel me nû dibin û em dipirsin; Gelo parlamento Hewramiyan û zimanê me çawa bi nav dike? Heta kengê wê ligel organên din ên deshilatê yên li Herêma Kurdistanê, wê baykot û astengiyan li pêşiya pêşveçûna zimanê Hewramî dane?”

Di dawiya daxuyaniya Rêxistina Parêzvanên Zimanê Hewramî de wiha tê gotin: “Em xwe weke beşek resen ê neteweya kurd dibînin. Em di bin sîbera vê rastiyê de daxwaza cîbicîkirina mafê zimanê xwe dikin. Wekî çawa ji bo Soranî û Behdînî hatî kirin. Ger hûn van rastiyan rast nabînin û me ji kurdan cûda dijmêrin, wê demê wekî her mirovekê mafê me ye zimanê me bi fermî were naskirin. Destûr bê dayîn ku di çapemenî û dibistanan de derbikeve.”

Daxwaznameya ku Rêxistina Parêzvanên Zimanê Hewramî pêşkêşî parlamentoya Herêma Kurdistanê kirî, bi zaravayê Hewramî û Soranî hatibû nivîsandin. Hewramî yek ji zaravayên serekî yê Kurdiye, li herêma Hewreman bi cih bûne. Herî zêde li başûr û rojhilatê Kurdistanê dijîn.