NAVENDA NÛÇEYAN
Îro fermandarê Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) Heyder Şeşo li navçeya Sêmêlê ya girêdayî Dihokê hat revandin.
Çavkaniyek ji HPŞ’ê derbarê revandina Heyder Şeşo de ji malpera fermî ya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) PUKmedia re wiha got: “Îro danê sibehê fermandarê HPŞ’ê û endamê civata navendî yê YNK’ê Heyder Şeşo ji aliyê hêzekî taybet ve ber bi cihekî ne diyar ve hat revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyare.”
Li gor wê nûçeyê heta niha sedema revandina Heyder Şeşo nayê zanîn.
Berpirsê melbenda YNK’ê li Mûsilê Xeyas Sûrçî jî revandina Heyder Şeşo piştrast kir û wiha got: “Şeva borî Heyder Şeşo serdana qezaya Sêmêlê kir û îro ji aliyê hêzekî taybet ve hatiye revandin.”
(sx/rn)