Beriya ku heyeta BDP'ê bigêje Serêkaniyê Qeymeqam biryar da
Qeymeqamê Serêkaniyê beriya ku heyeta BDP'ê biçe Serêkaniyê biryarek balkêş girt. Qeymeqamê ku der barê hezên çeteyan û leşkerên OSO ku ji 8'ê mijdarê heta niha navçeya Serêkaniyê wekî baragehê bikar tîne de biryar negirtiye, beriya ku Heyeta BDP'ê ya ji parlementerên BDP'ê Nazmi Gur, Altan Tan, Erol Dora û Îbrahîm Binîcî pêk tê biçin Serêkaniyê biryara heta mehekê çalakî neyên lidarixtin girt. Li aliyê din leşkerên çeteyên biçek li milê din ê sînor kom bûn.
Heyeta BDP'ê ku ji parlementerên BDP'ê Erol Dora, Îbrahîm Bînîcî, Altan Tan û Nazmî Gur pêk tê ji bo geşedanên li Serêkaniyê bişopîne çûn Serêkaniyê. Beriya ku heyet biçe Serêkaniyê Qeymeqamê Serêkaniyê biryarak balkêş girt. Qeymeqam biryar girt ku heta nehekê çalakî, xwepêşandan û daxuyanî li navçeyê neyên lidarxistin.
Qeymeqamê Serêkaniyê ku heta niha der barê hezên çeteyan û leşkerên OSO ku ji 8'ê mijdarê heta niha navçeya Serêkaniyê wekî baragehê bikar tînin de biryar negirtiye ji bo BDP'ê biryar girt. Li navçeya Serêkaniyê ku ji 8'ê Mijdarê heta niha şer û pevçûn hene û alozî didomin, welatiyên herêmê tev bi tirs û fikar in. Piştî duh Meclîsa BDP'ê civîn pêk anî, biryar girt ku heyetekê bişîne Serêkaniyê û lêkolîn bike. Li ser biryara BDP'ê Parlementerên BDP'ê Nazmî Gur, Altan Tan Erol Dora û Îbrahim Binicî çûn sanvçeya Serêkaniyê. Beriya ku heyeta BDP'ê Wêranşar û Serêkaniyê ziyaret bike Qeymeqamê ku heta niha le hemberî çeteyên OSO bêdeng e biryara mehekê çalakî neyê girtin girt.
Qeymeqamê Serêkaniyê ji 23'ê Mijdarê heta 23'ê Kanûnê bi hinceta li taxa Cumhuriyetê guleya roketê ya netewiyayî heye biryara ku mîtîng, çalakî û xwepêşandan neyên lidarxistin girt. Balkêş Qeymeqamiyê beriya ku heyet bê Serêkaniyê ev biryar girt.
Li aliyê din leşkerên OSO yên li hemberî hêzên YPG'ê windaniyek mezin dan, li nêzî sînorê Serêkaniyê kom bûn. Endamên YPG, duh bi endamên Koma Gurab el Şam de peyman çêkiribû û xwestibûn ku di nava 2 rojan de hêzên xwe derxin dervê bajar. Dîsa agirbesta ku bi şertê meclîsa ji gelên kurd, ereb, suryanî û ermenî pêk tê peyman îmze kiribûn. Hate zanîn ku serê sibê komek endamên OSO yên çekdar li pişt ofîsê (TMO) û qada pişt mala mamosteyan bi cih û war bûn. Hate, zanîn ku hêza çekdar ji nêzî 200 kesan pêk tê her tim rawestîna xwe berdewam dikin. Ala OSO ku li Ofîsê hatibû daliqandin jî ji aliyê endamên YPG'ê ve hate daxistin.
(mae)