10:47 08.10.2013
ENQERE (DÎHA) - Konseya Bilind a Kurd ku hatin Enqereyê, li Enqereyê dest bi hevdîtinên dîplomatîk kir.
Endamên heyeta Konseya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, Ebdulselam Ehmed, Mistefa Meşayix û Mehemedê Musa ku 2 roj berê ji Rojava di Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê re derbasî Mêrdînê bûn, îro li Enqereyê dest bi hevdîtinan kirin.
Heyete ku ji bo karê diplomatîk hat Enqereyê dê bi sefaretxaneyên Ewropa û nûnerê Wezîrê Karên Derve re hevdîtinan pêk bîne. Berê jî Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Müslim, 2 caran hatibû Tirkiyeyê û bi rayedarên dewletê re hevdîtin pêk anîbû.
(mae)