3 deqîqe xwendin

Hollande ji bo Tirkiyeyê got 'referandûm'

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ENQERE 28.01.2014 09:04:29 Serokkomarê Fransayê François Hollande di serdana xwe ya li Enqereyê de, di mijara endametiya Yekitiya Ewropayê de ku bendewariya Tirkiyeyê soza "referandûmê" da û di mijara Qirkirina Ermeniyan de jî xwest "xebatek li ser bîrê" bê kirin. Hollande bû yekem serokdewletê biyanî ku li Tirkiyeyê bi hevjîna rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk ê hat qetilkirin Rakel Dînk re hevdîtin pêk anî.

François Hollande ku piştî 22 salan bû yekem Serokkomarê Fransayê yê hat serdana fermî ya Enqereyê, ji bo bendewariya hempîşeyê xwe yê Tirk Abdullah Gul a pêvajoya endametiya Yekitiya Ewropayê de bersiveke bi îhtiyat da. Hollande diyar kir ku Tirkiye hînê dûrî nuqteya dawî ya nîqaşên endametiya gengaz a Yekitiya Ewropayê ye û got, "Ji 35 sernavên divê werin nirxandin bi tenê 14 jê hatin vekirin."

Hollande bal kişand ser "cudahiya hêzan" û "serbixwebûna dadgeriyê" û diyar kir ku tevî sernavên zehmet pêwîste hemû pirsgirêk bên nirxandin. Hollande got, "Pêwîste ev hevdîtin û danûstandin bên temamkirin û dema roja wê hat, emê bibînin ka gelên Fransa û Tirk wê çi bêjin."

Hollande da xuyakirin ku zêdekirina tirsên nû têrhatî nîne û got, "Dê di her şert û mercî de bi gelê Fransayê re bê şêwirandin." Hollande anî ziman ku ewê mijara endametiya Tirkiyeyê bibe referandûmê û "gotina dawî" jî wê gelê Fransayê bêje.

Li gorî anketa IFOP ji sedî 83 ê Fransiyan li dijî endametiya Yekitiya Ewropayê ya Tirkiyeyê ne.

BI RAKEL DÎNK RE HEVDÎTIN KIR

Hollande bi Rakel Dînk hevjîna Berpirsyarê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ê di 19'ê Çileya 2007'an de li Stenbolê hat qetilkirin, rûnişt. Hollande bû yekem serokdewletê biyanî yê li Tirkiyeyê bi Rakel Dînk re hevdîtinê dike.

Hollande di serdana xwe de mîna mijara pêvajoya endametiya Yekitiya Ewropayê, di mijara Qirkirina Ermeniyan de jî bi îhtiyatî peyivî. Serokkomarê Fransayê li pêşberî hempîşeyê xwe yê Tirk Gul got, "Xebatên li ser hiş û bîrê timî bi êş e, lê belê divê bê kirin."

Lê belê Hollande der barê derxistina qanûneke ku înkara Qirkirina Ermeniyan weke sûc dibîne, ku di dema kampanya hilbijartinê de dabû, gotineke zelal bikar neanîn. Hollande got, "Fransa wê tenê hiqûqê bikar bîne."

Hollande di daxuyaniyên xwe yên li pêşberî raya giştî de der barê pirsgirêka Kurd û sê jinên Kurd ên di 9'ê Çileya 2013'an de hat qetilkirin de, tiştek negot.