1 deqîqe xwendin

Hêzên PDK’ê agir berdan darên Çiyayê Şengalê

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Pêşmergeyên PDK’ê vê sibehê agir berdan darên li dardora Çiyayê Şengalê û gelek darên herêmê şewitîn

ŞENGAL/ ROJNEWS Îro saet 08:00’ê serê sibehê pêşmergeyên PDK’ê li Amûd ya dikeve herêma Çiyayê Şengalê agir berdan daran. Welatiyên herêmê ji bo şewata derketî negihe baxçeyên wan, dest bi vemirandina agir kirin. Li herêmê hejmarek zêde ya daran ji ber şewata derket şewitîn. Xelkê Çiyayê Şengalê nerazîbûn nîşa şewitandina daran dan.