Iraq: Di nava heftiyekê de 823 çeteyên DAIŞ’êhatin kuştin

Wezareta navxwe ya Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir ku di nava kêmtirî heftiyekê de 823 çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê hatine kuştin

Nûçe Amîda Kurd Amîda Kurd Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ROJNEWS - NAVENDA NÛÇEYAN

Duh berdevkê wezareta navxwe ya Iraqê Seed Mein di daxuyaniyekê de bîlançoya operasyona 6 rojan a artêşa Iraq û Heşd el-Şeebî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê eşkere kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Hêzên ewlekariyê yên Iraqê û hêzên Heşd el-Şeebî ji 5’ê Adarê heta 11’ê Adarê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de 823 çete kuştine.”

Di daxuyaniyê de tê gotin ku gelek navçe û herêm ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin. Di daxuyaniyê derbarê cihên ku çete lê hatine kuştin û navçeyên hatine rizgarkirin de ti agahdarî nehatine belavkirin.

Zêdetirî 10 rojane artêşa Iraqê û hêzên Heşd el-Şeebî li dijî navçeyên parêzgeha Selahedîn ên di destê çeteyên DAIŞ’ê de dest bi operasyonekî berfireh kirine. Li gor daxuyaniyên fermî yên Iraqê heta niha derdorê sedî 90’ê bajarê Tigrît ê girêdayî Selahedîn ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin.

Duh Wezîrê navxwe yê Iraqê Mihemed el-Xeban di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku wan biryara rawestandina operasyona Tigrîtê dane û wiha gotibû: “Vê yekê jî peywendî bi parastina welatiyên sivîl ve heye. Ji ber hebûna bombe, mayîn û teqînên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser rê û avahiyên di nava bajêr de danîne.”

Mihemed el-Xeban diyar kiribû ji bo rizgarkirina tevayî Tigrîtê gelek rê li pêşiya wan hene û wê di demekî guncaw de dest bi operasyonê bikin.

(mo)