1 deqîqe xwendin

Ji birîndarên li Cizîrê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li taxa Yafes a Cizîrê, leşkerên Tirk duh êvarê ji girê Ser Bane Cirf êrîş kiribûn. Abdulmecît Yanik û Haci Ozdal ê di vê êrîşa hêzên dewleta Tirk de bi girîndarî birîndar bûn, jiyana xwe ji dest dan

ŞIRNEX - ANF Li taxa Yafes a Cizîrê, leşkerên Tirk duh êvarê ji girê Ser Bane Cirf êrîş kiribûn. Abdulmecît Yanik û Haci Ozdal ê di vê êrîşa hêzên dewleta Tirk de bi girîndarî birîndar bûn, rairin nexweşxaneyê, lê belê jiyana xwe ji dest dan. Halîl Ûzûn ê di heman êrîşê de birîndar bû, tê dermankirin. Cenazeyê Ozdal û Yanik rakirin Morga Nexweşxaneya Dewlete ya Şirnexê.

Bavê sê zarokan Haci Ozdal ê jiyana xwe ji dest da, derket holê ku ku birayê Abdullah Ozdal ê berî 3 mehan li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû qetilkirin e. Abdulmecît Yanik jî kekê Davût Yanik e yê li heman kolanê birîndar bû.