Ji bo Arjen Arî li Qamişlo konê sersaxiyê hate vedan
Li Qamişlo, li hola Mîr Celadet Bedirxan ji bo nivîskarê kurd Arjen Arî mala sersaxiya hate vekirin.
Li hola Mîr Celaled Bednirxan ji bo nivîskare kurd û Niviskarê Rojnameya Azadiya Welat Arjen Ari ku di 30'ê Cotmehê de li Amedê jiyana xwe ji dest da mala sersaxiyê vekirin. Konê sersaxiyê roja pêncşemê (01.11.2012), dostên wî ku ji nivîskar û rewşenbîrên Kurdên Rojava, bajarê Qamişlo, wekî wefadarî ya giyanê Arjen Arî konê sersaxiyê vedan. Heval û hogiren Arjen Arî li bajarê Qamişlo, taxa xerbî, li Salona Mîr Celadet Bedirxan derî vekirin.
Li mala şînê wêneyê Arjen Arî hatin daliqandin.
Nivîskarê Kurd Konê Reş, dêkildarî mala şinê û Arjen Arî de axivî û diyar kir ku ew stûnek bû ji stûnên parastina peyva Kurdî a resen a kurdî bû û wiha got: "Bê guman koçkirina wî a wiha bilez ziyanek mezine ji kultur û ferhenga Kurdî re. Hêj ciwan bû, nû me dest bi xwarina tiriyê wî yê mezrone dikir. Sed mixabin ku qeder jî, hezar û yek rêkên wê hene, mirov nizane wê di kîjan rêkê re derbas bibe. Di roja pêncşemê de (01.11.2012), em dostên wî, ji nivîskar û rewşenbîrên Kurd li Rojava, bajarê Qamişlo, wek wefadarî ji giyanê wî re, me deriyê şûna koçkirina wî û sersaxiya malbata wî û gelê kurd li bajarê Qamişlo, taxa xerbî, di hola mîr Celadet Bedirxan de vekir û pêşwaziya serdançiyan kir. Erê, tevî ku mamosteyê zimanê tirkî bû, wî tev berhemên xwe bi zimanê kurdî nivîsîne.
(Nûçe Konê Reş)
(mae)