2 deqîqe xwendin

'Ji bo aşitiyê werin Heskîfê'

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

AMED (DÎHA) - Tevgera Ekolojîstên Mezopotamyayê ji bo 20'ê Îlonê Roja Cîhanê ya Heskîfê daxuyanî dan çapemeniyê. Aktîvîstê bi navê Guner Yanliç bang li hemû kesan kir ku bi diruşmeya 'Ji bo aşitiyê werin Heskîfê' tevlî çalakiyên li Heskîfê bên lidarxistin bibin.

Tevgera Ekolojîstên Mezopotamyayê ji bo 20'ê Îlonê Roja Cihanê ya Heskîfê, li Parqa Sûmerê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek aktîvîstên ekolojiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê ekolojîstan Guner Yanliç daxuyanî xwend. Yanliç destnîşan kir ku piştî 7'ê hezîranê li 150 herêman, 'Heremên qedexekirî' hatine îlan kirin û piştî van îlanan ji ber bombebaranan gelek daristan şewitîne û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi deh hezaran donim erd hatine şewitandin û bi vê yekê şewatên ku bi salan e sîstematîk li ser Kurdistanê tên meşandin gihiştiye astekî herî bilind."

Yanliç da zanîn ku roja 20'ê îlonê wekî Roja Heskîfê ya Cihanê hatiye qebîl kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Banga me hemû kes bi dirûşmeya 'Ji bo aşitiyê werin Heskîfê' tevlî çalakiyên ku dê li Heskîfê pêk werin bibin."

(ua-esa/sy)