AMED (DÎHA) - Piştî berxwendanekî bê hempa ya 134 rojan dorpêça çeteyên DAIŞ'ê bi tememî hate şikadin û Kobanê hate azadkirin. Ji bo ji nû ve înşaya Kobanê li Amedê Konferansa Jinûve Înşayê ya Kobanê dest pê dike. Piştî xebatên bi mehan û nîqaşan biryara înşayê hate girtin. Hevseroka Komîsyona Jinûve Înşayê ya Kobanê Mistefa Ebdê diyar kir ku ji bo înşayê korîdora alîkariyê şert e. Abdê bang li hemû kesên tevlî berxwedana Kobanê bûn tevlî înşaya Kobanê jî bibin kir.
Bi şerê navxweyî yê Suriyeyê di 14'ê tîrmeha 2012'an de bingeha kantoyên Rojava li Kobanê hate avêtin. Kobanê bi hewildana çeteyên DAIŞ'ê ya dagirkeriyê rastî hilweşînekî fizîkî ya mezin hat. Şervanên YPG û YPJ'ê di serdemekî hemû kesî digot, "Dê bikeve" bi berxwedenekî dîrokî bajar careke din azad kir. Ji ber şer, bombebaranê di serî de saziyên rêveberî, tendûrîstî, çand û perwerdehiyê bi hezaran avahî hilweşiyan. Ligel hilweşîna avahiyan şebekeya avê û pergala binesaziyê ya bajar jî têk çû.
Piştî navenda bajar hat azadkirin di 26'ê çileyê de rêveberiya Kantonê Komîsyona Jinûve Înşakirina Kobanê ava kir li bajar dest bi xebatên tesbîta zirarê kirin. Gelek pisporên hatin bajar li qadên perwerde, endezyarî, tendûrîstî û qadên din lêkolîn kirin û rapor amade kirin. Piştî xebatên bi mehan berdewam kirin rapora zirarê ya bajar hate amadekirin û ji bo înşaya bajar hewcehiyên amûr û alav derbas bibin ji ber korîdor tunebû xebatên pratîk dan destpêkirin.Bi keda rêveberên Kantonê, şaredarên DBP'î û hin rêxistinên sivîl ên civakî xebatên li ser şebekeya avê û kanalîzasyon û xebetên ceryanê ji ber melzemeyên teknîkî nehatin tememkirin.
'Bi rewşa heyî nemimkune jiyan pêk bê'
Hevserokê Komîsyona Jinûve Înşakirina Kobanê Mistefa Ebdê têkildarî xebatên jinûve înşayê ji DÎHA'yê re axivî. Abdê diyar kir ku bi rewşa heyî nemimkûne li bajar jiyan pêk bê û ligel hemû avahiyên saziyan bi hezaran mal xirabûne. Abdê anî ziman ku nêzî salekê ye li bajar sewalkarî û çandî nayên kirin. Abdê da zanîn ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê nêzî 70 hezar welatî vegeriyan bajar û bi derfetên xwe li qadên jiyanê xebatên xwe dikin.
'Heke korîdora însanî neyê vekirin nemimkûne înşaya bajar destpê bike'
Abdê bilêv kir ku di bin pêşengiya Komîsyona Jinûve Înşakirina Kobanê li bajar ji bo zirarê tesbît bikin 13 komîte hatin avakirin û bi mehan xebatên xwe ksirin û ev xebat kirin rapor û raporên hatin amadekirin dê bibie bingeha înşaya bajar. Abdê destnîşan kir ku piştî raporên hatin amadekirin plansaziya înşayê bidin destpêkirin kirin û demek dirêj ev rapor hatin sekinandin û wiha got: "Em behsa bajarê nêzî bi tememî hilweşiya dikin. Ji bo înşaya bajar divê hezaran wesayîtên kar biçin bajar û bên. Dîsa hewcehî bi tonan melzemeyan û bi hezaran xebatkaran heye. Heya korîdora însanî neyê vekirin nemimkune xebatên înşayê dest pê bikin."
Abdê anî ziman ku di berxwedana Kobanê de hemû kesî bi hev re têkoşîn meşandin û divê ji bo înşayê jî divê hemû kese piştgiriyê bidin.
(bd)