Ev tedawîn hîn tê ceribandin, ji bo nexweşên ji ber rijîna xwînê ya
li ser mejî nikarin lebatên xwe kontrol bikin, tê bikaranîn. Zanyar
dibêjin, di rewşa heyî de nexweşên ji ber qezayan felç bûne, bi vê rêbazê
nayên tedawîrkirin.
Ji Zanîngeha Stanfordê Gary Steînberg diyar kir, nexweşekî tevlî vê
ceribandinê bû û beriya tedawiyê bi tenê dikarîbû tiliyeke xwe hindikî
bilivîne, piştî vê tedawiyê dest bi meşê kir û dikare destê xwe deyne
ser serê xwe.
Di vê tedawiya ceribandinê de, ku ji aliyê şîrketa SanBîo ya li
Kalîforniyayê ve hat afirandin, ji bo nexweşên xwîn rijiya ye ser mejiyê
wan, şaneyên bingehîn bi rêk û pêk enjekteyî mejiyê wan tên kirin.
Di hemû ceribandinên dawî de, jiyana hemû nexweşên beşdar, baş bûye.
Di vê tedawiyê de, şaneyên bingehîn mezenchymal ên ji du kesên xwedî
tenduristiyeke baş tên wergirtin, ji aliyê genetîk ve amadekirin û gena
Notch1 a di pitikan de rê li ber pêşketina mejî vedike, tê aktîfkirin.
Piştî ku ev şaneyên bingehîn ji mejî re tên dayîn, mejî aliyê xwe yê
xisardîtî sererast dike.
Zanyar dibêjin, eger ev rêbaza tedawiyê encamên erênî derxîne holê, wê karibe ji bo gelek nexweşên din jî bên bikaranîn.