Ji Bo Qaymeqamtiya Şingalê Deriyê Xweberbijêrkirinê Tê Vekirin

Li Neynewayê ji bo diyarkirina qaymeqamê nû yê Şingalê danûstandinan dest pê kir û serdana namzetiyê dest pê dike.

Polîtîka Derya Welat Derya Welat Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Danûstandinên di navbera aliyên siyasî yên parêzgeha Neynewayê de ji bo destnîşankirina qaymeqamê nû yê qezaya Şingalê ji nû ve dest pê kir û biryar e deriyê namzetiyê ji bo vê postê cardin were vekirin. Ev hewldan di çarçoveya plana hikûmeta federal a bo asayîkirina rewşa qezayê de bi rê ve diçin.

Li gor çavkaniya Rûdawê ragihandiye, roja Înê, 2'yê Kewçêra 2026'an, endamê fraksiyona PDK'ê li Encûmena Parêzgeha Neynewayê Cemal Şeşo diyar kir ku hewldana aliyan ji bo diyarkirina qaymeqamekî nû yê Şingalê dest pê kiriye û ew kes dê ji xelkê qezayê be, lê hîn negihiştine encama dawî.

Beriya niha di 2'yê Tîrmeha 2024'an de, Encûmena Parêzgeha Neynewayê bêyî amadebûna fraksiyona PDK'ê deng dabû Seydo Xeyrî ji bo bibe qaymeqamê Şingalê, lê ji ber nakokiyên siyasî û bêîmzebûna biryarê ji aliyê parêzgarê Neynewayê ve wî nekarîbû dest bi kar bike.

Her wiha serokê fraksiyona YNK'ê li Encûmena Parêzgeha Neynewayê Mihemed Kakeyî ragihand ku piştî civîna şandeke parêzgehê bi serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî re, hewldanên aliyan gurtir bûne û serokwezîr xwestiye ev mijar zû were yekalîkirin. Niha posta qaymeqamtiya Şingalê bi wekalet ji aliyê rêveberê nahiyeya Sinûnê Nayif Seydo ve tê birêvebirin.

Kakeyî destnîşan kir, piştî rêkeftina aliyan li ser berbijêr, dê deriyê xweberbijêrkirinê bo posta qaymeqamtiya Şingalê were vekirin û li encûmena parêzgehê deng li ser were dayîn. Di 11'ê Rezbera 2026'an de jî serokwezîrê Iraqê fermana avakirina lijneyekê dabû ji bo asayîkirina rewşa ewlehî û xizmetguzariyê li qezayê.

Tê zanîn ku di sala 2020'an de Rêkeftina Şingalê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ji bo asayîkirina rewşa îdarî, ewlehî û vegera awareyan hatibû îmzekirin, lê heta niha ew rêkeftin bi temamî nehatiye bicihanîn.

Wêne: Rûdaw