4 deqîqe xwendin

Ji bo raya giştî ya navnetewî banga Til Temir

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

HOGIR EBDO

TILTEMIR – Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çu serdana eniyên pêş ên şer li derdora bajarê Til Temir û bi rayedarên hêzên Sutoro û hêzên Asayişa Asurî Natoreh re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinan bang li dêr û berpirsên Xiristiyanan, raya giştî ya Cîhanê, derdorên demokratîk û mislimanan hate kirin ku destekê bidin hêzên hevbeş ên li hemberî çeteyan şer dikin.TIL-TEMIR-BANGA-CIHANE-3

şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso, cîgira wî Elîzabêt Gawriye, Serokê Desteya Mafên Mirovan Senharîb Bersûm, Cîgirê Serokê Desteya Karê Hundirîn Kamil Exta pêk tê, serdana eniyên şer ên li derdora bajarê Til Temirê kir û navendên hêzên Suryanî û Asûrî ên li bajarê Til Temirê ziyaret kirin.

Şande destpêkê çû bajarê Serêkaniyê û serdana 3 navendên dengdayînê yên hilbijartinan kir û rewşa herêmê ji nêz ve şopand. Her wiha serdana li Akademiya Asayîşê ya li Serêkaniyê kir û TIL-TEMIR-BANGA-CIHANE-5piştgiriya xwe bi xebatên wan re diyar kir.

Şandeyê paşê berê xwe da bajarê Til Temirê û destpêkê çû Navend hêzên Sutoro yên Sûryaniyan. Şande li vir ji aliyê berpirsên navendê û fermandên Sutoro ve hat pêşwazîkirin. Şandeyê bi Fermandarê Giştî yê Sutoro yê bajarê Til Temirê Rabî Melkê re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Ekrem Hiso, Elîzabêt Gewriyê, Senharîb Bersûm û Kamil Exta û Rabî Melkê axivîn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku hêzên herêmê yên ku destê xwe dane hev û li hemberî hêzên tarî şer dikin, ji tevahiya hêzên cîhanê re dibin mînak. Li navenda Sutoro rayedarên rêveberiya xweser û fermandarên Sutoro bi riya dezgehên çapemeniyê bang li hêzên navnetewî kirin ku destekê bidin hêzên hevbeş ên li Til Temir û tevahiya herêma Cizîrê li hemberî hêzên tarî berxwedanê dikin. Her wiha xwestin ku di hemû aliyan de piştgiriyê bidin van hêzan da ku dawiyê li çeteyan bînin.

Fermandarê Sutoro rewşa şer a herêmê bilêv kir û got: “Em li vir şer dikin û ji bo hilbijartinên herêma Cizîrê serkeftinê hêvî dikin.”TIL-TEMIR-BANGA-CIHANE-4

Şandeya rêveberiya piştre çû Dêra Suryan a Artozoks a bajarê Til Temir û li wir Ekrem Hiso, Elîzabêt Gewriyê, Kamil Exta û Senharîb Bersûm tevî keşe û berpirsên dêrê bi yek dengê ji Papa Fatîkan, Betriyak Mar Afram û hemû rêveberên dêrên Xiristiyan (Suryanî û Asûrî) yên cîhanê, raya giştî ya Cîhanê, derdorên demokratîk û mislimanan xwestin ku xwedî li gelên herêma Cizîrê derkevin û bi hemû derfetên xwe piştgiriya hêzên hevbeş ên li herêmê şerê dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê dikin, bikin.

Piştî hevdîtinê şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bi serkêşiya Ekrem Hiso serdana Navenda Hêzên Parastina Til Temirê yên Asûrî (Natoreh) ango hêzên Asayîşê yên Asûrî kir û bi berpirsê navendê Robert Îşo re civiya. Rayedarên Navenda Natoreh pêşwazî Rêveberiya Xweser kir û wan ji bo vê serdanê spas kir. Li wir Ekrem Hiso,TIL-TEMIR-BANGA-CIHANE-7 Elîzbat Gewriyê, Senharîb Bersûm û Kamil Exta ji hêzên Natoreh re diyar kirin ku di şerê li hemberî terorê de ew heta dawiyê bi ewan re û wê bi hemû hêz û derfetên xwe piştgiriyê bidin wan.

Ji aliyê xwe ve Robert Îşo ji bo hatina Rêveberiya Xweser kêfxweşiya xwe anî ziman û bang li hemû Asûriyên li Rojava, Sûriye û yên li tevahiya cîhanê belav bûne û piştgiriya xuşk û birayên xwe yên Rojava bikin û her yek li gorî hêz û derfeta xwe destekê bide.

Piştî ku şandeya Rêveberiya xweser serdana xwe li Til Temirê bidawî kir, berê xwe dan gundê Zehr El-Ereb ê girêdayî bajarê Dirbêsiyê û çû serdana konê sersaxiyê yê şervanê YPG’yî yê Ereb Ebdulrezaq El-Sellal (Hemze) ji aliyê Şêxê Ereb Ebû Necim El-Sellal hat pêşwazîkirin.

Li konê sersaxiyê şandeya rêveberiyê diyar kir tekoşer Hemze yê ne tenê yên malbatê ye, lê yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hemû pêkhateyên herêmê ye.

Li ser vê Ebû Nejim axivî û got: “Şehîd Ebdulrezaq (Hemze) şehîdê Rêveberiya Xweser e û em dibînin ku divê em ji we sersaxiyê bixwazin.”

(aq)

ANHA