'Ji bo zarokên di destê DAIŞ'ê de bên xilaskirin divê NY bikeve dewrê'
STENBOL (DÎHA) - Endamê Komîsyona Mafê Zarokan ê ÎHD'ê Selahattîn Okçuoglu diyar kir ku di rapora NY'ê de çeteyên DAIŞ'ê zarokên êzidî, xiristiyan, sunî û şîr ên xurt weke bombeyên zindî, mertalên zindî, di çêkirina bombeyan de peywirdarkirin û gelek zarok jî li bazaran weke kole ftên firotin. Endamê Bangewazên Ji bo Zarokan Edalet (ÇÎAÇ) Mehmet Atak jî diyar kir ku rapor gelek girîng e.
Rapora Komîsyona Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) amade kirin hovîtiya DAIŞ'ê derxiste holê. Di raporê de îşkenceyên çeteyên DAIŞ'ê li hemberî zarokan pêk anîn cih digire. Di raporê de qadên serjêkirin, zarokên hatin çarmixkirin û zarokên bi zindî hatin veşartin cih digire. Endamê Komîsyona Mafê Zarokan Reneta Wînter têkildarî mijarê de wiha gotibû: "DAIŞ zarokên êzidî, xiristiyan, sûnnî û şiî yên ku temenê wan dibin 18 saliyê de ne kirin bombeyên zindî û ji xwe re dike mertal."
'DAIŞ li dijî mirovahiyê ye'
Endamê Komîsyona Mafê Zarokan ê ÎHD'ê Selahattîn Okçuoglu têkildarî mijdarê de axivî û diyar kir ku bilî zarokan ev işkenceya ku li mirovahiyê tê kirin bi serê xwe tunekirina mafê mirovan e û wiha got: "Li gorî Peymana Nevneteweyî zarokên temenê wan dibin 18 saliyê de tevlî çalakiyan kirin li dijî mafê mirovan e û nayê pejirandin. DAIŞ vê dike û rêxistinek çeteyane û divê em bêjin zarokan di çalakiyan de bikar neynin lê dê çiqas guhdar bike û bersivê bide me nayê zanîn. Divê zarok teqez di şeran de neyên bikaranîn." Okçuoglu wiha bang li NY'ê kir: "Zarokan di şer de bi kar tînin, bombeyan bi wan ve girê didin û di çalakiyan de weke bombeyên zindî bi kar tînin. Bilî wê serê mirovan jê dikin û wê jî li ber çavê zarokan dikin. NY û hemû welatên cihanê divê demildest ji bo rawestandina hovîtiya DAIŞ'ê dest bi hewldanan bikin û zarokan ji destê DAIŞ'ê xilas bikin. Ew devletên ku piştgirî didin wê rêxistina teror divê tundî bên şermizarkirin."
'Ev mijarekî girîng e'
Endamê Bangewazên Ji bo Zarokan Dad (ÇİAÇ) Mehmet Atak jî rapora NY'ê nirxand û diyar kir ku bi wan zagon û pergalê tiştek nayê guherîn û wiha got: "Ji bo ku encamek bê girtin divê hewldaneke xurt a sivîl bê afirandin. Di şer de bikaranîna zarokan, revandina wan û di bazaran de wek objeyeke zayendî firot êdî pêk neyên divê bê axivîn. Ew mijareke pir girîng û giran e."
'Divê rêxistinên sivîl têkevin dewrê'
Atak anî ziman ku di mijara Mafê Zarokan de qarneya Tirkiyeyê gelek xirab e û wiha axivî: "Li Tirkiyê zarok hedefa leşker û polîsan in. Li dijî zarokan bûyerên destdirêjîyê pêk tên. Li dijî mafê zarokan êrîşên mezin pêk tên. Minak 5-6 meh berê zarokên temenê wan 14-17 salî 4 hezar hatin girtin. Di meha kanûn û çileyê de li Cizîrê 3 zarok hatin kuştin. Herkes dizane ku polîsan ew zarok kuştin. Ji ber vê yekê divê rêxistinên sivîl têkevin dewrê."
(nvt-rçk/bd/wk)