"Ji bo demokrasiya herêmî pêş bikeve dê li hemû gund û bajaran, komun, meclîs û kooperatîf ava bikin. Her wiha divê parastina cewherî jî hebe"
AZÎZ ORUÇ
AMED (DÎHA) - Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek da zanîn ku di hilbijartinê de kurd daxwaza xwe ya 'Xwe bi xwe bi rê ve bibe' derxistiye holê û wiha got: "Ji bo demokrasiya herêmî pêş bikeve dê li hemû gund û bajaran, komun, meclîs û kooperatîf ava bikin. Her wiha divê parastina cewherî jî hebe. Em ê li dijî şer mîtîngan li dar bixin. Hêza ku tenê Tirkiyeyê ji şer xilas bike Ocalan e."
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek der barê pêvajoya înşa yê ya li Kurdistanê hat destpêkirin, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştî hilbijartinê polîtîkayên şer yên rayedarên hikûmetê û Serokomar Tayyîp Erdogan ji DÎHA'yê re nirxand. Yuksek bal kişand ser nîqaşên li Tirkiyeyê û Kurdistanê û anî ziman ku di hilbijartinê de kurd di hilbijartinê de biryara xwe bi rê ve bibe daye û dê ji bo wê jî xebatan bidin meşandin.
'Em ê li gundan û bajaran komunan ava bikin'
Yuksek da zanîn ku li dijî polîtîkayên AKP'ê yên şer ew di lêgerîna hûnandina eniya aştiyê de ne û wiha got: "Encamên hilbijartina li Kurdistanê ew e ku êdî civak li şûna dewletê daxwaza 'Xwe bi rê ve bibe' derketiye pêş. Civak di noqteya ku dikare xwe birê ve bibe de ye. Dê DBP pêşengiya vê civakê bike. Ji bo rêveberiya herêmî pêş bikeve em ê li gund û bajaran komun, kooperatîf û meclîsan ava bikin. Weke DBP'ê em amede ne ku vê peywirê bi cih bînin."
'Li Kurdistanê pêwîstî bi pêşveçûna aboriyê heye'
Yuksek anî ziman ku ji bo pêvajoya înşa ya demokratîk bikeve meriyetê dê di demên pêş de bi rêxistinên civakî yên sivîl re xebatên hevbeş pêk bînin û wiha dom kir: "Pêwîstiya erdnîgariya Kurdistanê bi pêşveçûna aborî heye. Çavkaniyên me yên bin erdî û ser erdî yên ku gel ji xizaniyê xilas bike hene. Ji ber wê jî pêwîstiya me bi pêşveçûna aborî heye. Ji bo vê pêk bînin dê akademiyên aborî, perwerdehiyê îhtîsas hebin û ekonîmîstan bigihînin. Ji bo polîtîkayên sewalkarî û çandiniyê jî komunên kooperatîfê ava bikin û gavekî wiha biavêjin. Ji civakekî xerêdarî em ê derbasî civakek ku hilberîna wê heye bibin."
'Divê parastina cewherî hebe'
Yuksek bal kişand ser parastina cewherî ku li Kurdistanê dewlet li dijî gel tundî û êrîş pêk tîne û wiha pê de çû: "Ger ku gelekî parastina xwe ya cewherî pêk neyne dê hebûna wê têkeve xetereyê. Dê gel li dijî êrîşan, destkeftiyên xwe biparêze. Dê gelê me li gund, meclîs û malan parastina xwe pêk bîne. Dê di vê mijarê de parastina gel hebe."
'Li dijî şer em ê mîtîngên aştiyê pêk bînin'
Yuksek bi bîr xist ku li dijî daxwaza şer a Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û AKP'ê gelên li Tirkiyeyê şer naxwazin û wiha bilêv kir: "Em ê weke DBP, HDK, KCD û HDP'ê li dijî şer derkevin. Em ê li dijî şer mîtîngên aştiyê pêk bînin. Em ê polîtîkayên ku Erdogan û AKP bêrî kirine teşîr bikin."
'Li dijî şer navnîşana çareseriyê Ocalan e'
Yuksek da xuyakirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û wiha bdomand: "Ger ku demildest tecrîd neyê rakirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd derbasî muzakereyê nebe, dê Tirkiye gav bi gav ber bi şer ve biçe. Di rewşek wiha de dê çarenûsa Tirkiyeyê şer diyar bike. Navnîşana çareseriyê Ocalan e."
'Hêza ku tenê Tirkiyeyê ji şer xilas bike Ocalan e'
Yuksekdag got ku divê demildest tecrîda li ser Girava Îmraliyê bê rakirin û dest bi hevdîtinê bê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema em dibêjin bila hevdîtin pêk bê, em nabêjin ku bila biçin rewşa Ocalan tenê bipirsin. Welat ber bi şer ve diçe. Hêza ku tenê Tirkiyeyê ji şer xilas bike Serok Ocalan e. Hembêzkirina Serokatî hembêzkirina aştiyê ye. Çendî ku Tirkiye neketiye nava şer banga me ji hemû civakan re heye, li Tirkiyeyê Ocalan tenê ji bo kurdan hêviya aştiyê nîn e, hêviya hemû gelan e. Ji bo polîtîkayên şer ji holê rakin, divê bi gelên Tirkiyeyê ve di nava yekîtiyê de bin. Divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bê rakirin."
(aw/wk)