2 deqîqe xwendin

Ji HPG’ê daxuyaniya Aygun

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Ji HPG’ê daxuyaniya Agun: Operasyon didomin!

HPG’ê daxuyaniya rayedarên Tirk a der barê rawestandina operasyonên li Dêrsimê de derewand û ragihand ku herêm rasterast ji aliyê helîkopteran ve tên bobmebarankirin. HPG’ê xwest ji bo ewlehiya jiyana Huseyîn Aygun operasyon bê rawestandin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya weşand de ragihand ku operasyona piştî binçavkirina Parlementerê CHP’ê Huseyîn Aygun a di 12’ê tebaxê de pêk hat, li herêmê hatiye destpêkirin, ranewestiyane.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Piştî ku di daxuyaniya me ya bi dîroka 13’ê tebaxê de hatibû ragihandin ku Parlementerê CHP’ê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin, artêşa dagirker a Tirk li herêmê operasyon daye destpêkirin û ev operasyon jiyana Huseyîna Aygun dixin xeteriyê.

Daxuyaniyên rayedarên TC’ya (Komar Tirk) faşîst ên ku dibêjin operasyonên li herêmê operasyon hatine rawestandin ne rast in û herêm rasterast ji aliyê hekîkopterên kopbra ve rasterast têne bombebarankirin û balefê keşfê bênavber li herêmê digerin.

Divê hemû raya giştî li hemberî vê yekê hişyar be û ji bo ewlehiya jiyana Huseyîn Aygun, divê hemû operasyonên li herêmê bêne rawestandin û balefirên keşfê ji herêmê bêne dûrxistin.”

ANF NEWS AGENCY