NEW YORK 18.03.2014 07:00:01
Rapora guhertina klîmatê ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wê were weşandin, dişibe senaryoyeke qiyametê. Li gorî raporê, guhertina klîmatê ya ji ber germbûna global, dê rê li ber pevçûnên dijwar veke, bi mîlyonan mirovan neçarî koçberiyê bike û di ekonomiya global de bi trîlyonan dolarî zerarê derxîne holê.
Rapora guhertina klîmatê ya global a ji aliyê Panela Guhertina Klîmayê ya Navhikûmetan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat amadekirin, ji bo beşa duyemîn a sedsala 21. tabloyeke reşbîn nîşan dide. Li gorî lêkolîna ji aliyê bi sedan zanistan ve hat amadekirin, hilberîna çandiniyê ya li cîhanê di vê sedsalê de ji her deh salan wê herî kêm ji sedî 2 kêm bibe. Dema ev rewş paralelî zêdebûna nifûsê tê nirxandin, weke senaryoyeke felaketê tê nirxandin. Di pêşnûmeya raporê de hat ragihandin ku di encama kêmaniya xwarinê û guhertina di sîstema eko de, tê payîn bi taybetî li Asyayê tevgerên mezin ên nifûsê rû bidin.
MALIYETA GUHETINA KLÎMATÊ
Raporê, di mijara bandora guhertina klîmatê (avhewa) li tenduristiya mirovan de, hişyariyên cidî kir. Di dewama raporê de hat diyarkirin ku pêlên germahiya zêde wê dema xwe dirêj bikin û bandorê li gelek herêmên cîhanê bikin. Rapor destnîşan dike ku ev yek jî wê rê li ber nexweşiyên ji ber xwarin û avê veke.
Raporê da zanîn ku mirovên li peravan dijîn dê herî zêde bikevin bin bandora guhertina klîmatê û tê texmînkirin ku bi taybetî li Rojhilat, Başûr Rojhilat û Başûrê Asyayê bi sed mîlyonan mirov wê ji cih û warên xwe bimînin. Windahiya vê herêma ku di warê hilberîna çandiniyê de xwedî girîngiyeke mezin e, wê rê li ber xelayê veke û fikar tê kirin ku ji ber vê yekê jî şer destpê bikin.
Bilindbûna germahiya global bi pileyekê jî, tê payîn derbê i çandiniya genim, birinc û garisan bixe. Rapor diyar dike ku hilberîna van berheman wê heta sala 2050'î de ji sedî 2 kêm bibe û beramberî vê jî tê tê payîn daxwaza xwarinê ji sedî 14 zêde bibe.
BANDORA XWE LI EKONOMIYA GLOBAL
Eger germaniya global bi 2.5 pileyî zêde bibe, dê ekonomiya global ji sedî 1.4 trîlyon dolarî kêm bibe. Ev yek ji bo welatên ku aboriya wan xwe dispêre hilberîna çandiniyê, dê bibe pirsgirêkek cidî.
Di raporê de tê ragihandin ku germahiya global heta salên navîn ên sedsalê, ji bilî bandora li tenduristiya mirovan dê nebe xwedî bandoreke zêde. Lê belê piştî vê yekê, germahiya global wê li gelek herêmên cîhanê rê li ber germahiya zêde, xwedînekirina bi têrkerî veke û bandoreke cidî li tenduristiya mirovan bike. Yên herî zêde mexdûrên vê jî wê zarok bin. Tê payîn di vê demê de hejmara zarokên baş neyên xwedîkirin wê 20-25 mîlyonî zêde bibe.
PIRSGIRÊKA EWLEKARIYÊ
Germahiya global a di sedsala 21'an wê bibe yek ji sedemên bingehîn ên koçberiyê. Tê texmînkirin ku ev rewş dê bigihêje wê astê ku gefê li ewlekariya li welatên koçber vehewandine bixwe, ji bo şer û pevçûnên navxweyî û herêmî dê bibe faktoreke girîng.
Her wiha tê gotin ku tevgerên civakî, ji ber zêdebûna buhayan û enflasyona bilind dê dijwartir bibin û dikare gefê li ewlekariya welatan bixwin.
ÇAVKANIYÊN AVÊ
Di raporê de mijareke din a li ser tê rawestîn jî çavkaniyên ava şêrîn (vexwarinê) ye. Ji ber barana kêm û germahiya zêde, wê bi taybetî li herêmên nêzî ekvadorê û herêmên germ, çavkaniyên avê kêm bibin û ev yek wê bibe yek ji pirsgirêkên herî mezin.