Civak û Jiyan, Nûçe
Aljîn Hemo
KOBANÎ – Piştî rizgarkirina Kobanê, gelê herêmê yên ku ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê derketin, roj bi roj vedigerin malên xwe. Her wiha aliyek din jî kesên li Kobanê bi hemû saziyan re alîkarin ji bo ji nûve avakirina bajarê xwe ji destê kê çi tê dikin. Her wiha gelê Kobanê bang kirin kesên mayîn derveyî welat vegerin tevlî nûve avakirina Kobanê bibin.
Welatiyên Herêma Kobanê ku ji ber êrîşên komên çeteyên DAIŞ`ê neçar mabûn ku ji bajarê xwe derkevin û derbasî bakurê kurdistanê bibin piştî rizgarkirina Herêma Kobanê ji komên çeteyên DAIŞ`ê vegeriyan welatê xwe û dest bi kar û xebatên ji nûve avakirinên wekî xweparastin, şênkirin, paqijkirin, û avakirina welatê xwe kirin. Lê hejmara ji ber jimara wam kême, ji bo wê bang li kesên ku dervayî welat mane kirin ku venegerin Kobanê û bi taybetî jî ciwan vegerin welatê xwe da ku bi hev re bajarê xwe şêntir û xweştir bikin.
Xebatên jinûve avakirinê berdewam dikin:
Hevseroka Şaredariya Herêma Kobanê Şevîn Mehmûd diyar kir ku ji bo peydakirina cenetoran wan bang li hemû welatiyên Herêma Kobanê yên ku cenetorên xwe hene kir ku di vê pirojeyê de bi wan re bibin alîkar. Kesên ku cenetorên hene û bixwazin cenetorên xwe bixin xizmeta vê pirojeyê de, piştgirî bidin şaredariyê.
Li ser vê bangê welatiyên Kobanê ev bang qebûl kir û ji bo peydakirina cenetoran û ronîkrina hemû tax û kolanên herêma serdana şaredariya Kobanê kirin, navên xwe qeyt kirin û bi hemû derfetên xwe cenetorên xwe xistin di xizmeta gel de.
Ta roja îro 10 cenetor ji aliyê welatiyên Kobanê ve hatine peydakirin û ji bo alîkariya wan kesên ku cenetor peyda kirî dê mehane buhayeke diyar ji pereyan li xwediyên cenetoran bê belavkirin.
Projeya cenetoran ji bo parastina Bajar pir girîng e
Welatiyên herêma Kobanê ji bo aramî û ewlekariya bajêr bi şev derdikevin parastinê herêmên xwe, lewra jî kolan û taxên Bajarê Kobanê ji seat 19:00 ta 4:00 an makineya bi enerjiya rojê têne vêxistin, têne ronîkirin.
Hevseroka Şaredariya Kobanê Şevîn Mehmûd diyar kir ku projeya cenetoran ku dê bi saya wê hemû tax û kolanên Herêma Kobanê bêne ronîkirin û ji bo xweparastinê roleke sereke dilîze û wê ev projeya wê kar û xebatên nobedarî û xweparastinê ku ji aliyê welatiyên herêmê ve têne kirin hêsantir bike.
Şevîn diyar kir ku ew ê di demeke nêz de kar û xebatên ronîkirina hemû tax û kolanên Herêma Kobanê bidawî bikin ji bo waltiyên Herêma Kobanê bi aramî jiyan bikin.
Taxên ku hatine ronîkirin kîjan in?
Ji tax û kolanên ku ta roja îro hatine ronîkirin jî kolanên di navbera taxa Kaniya Kurdan û Sûq El Hal, taxa Gumrigê, Şehîd Fîras, Şehîd Yehye û Şehîd Xebat in. Her wiha taxên Botana Xerbî, Şehîd Xebatkar, Şehîd Ebdo, Miktelê û Şehîd Kawa ji bo kişandina ceyran xebat berdewam dike.
Peydakirina mazotê
Ji bo peydakirina mazotê komîteyeke girêdayî Rêveberiya Kantona Kobanê hatiye avakirin, ev komîte jî li gor belgeyan û bi erêkirina ji berpirsiyarên Rêveberiya Kantona Kobanê mazotê ji bo cenetoran ji şaredariyê re peyda dike.
Kesên ku ji bo vê projeyê dixebitin sivîlên Herêma Kobanê ne
Şevîn da zanîn ku kesên ku di projeya cenetoran de dixebitin ango dibin alîkar tenê ji sivîlên Herêmê ne û heya niha jî tu sazî ango rêxistinên cuda destek nedaye wan, her wiha pêdiviyên ku dê bi saya wan ev proje bê tememkirin jî tenê gel tê de bûye alîkar.
Projeya tangên qeşa (qaqê) ava sar ji kobaniyan re peyda dike
Ta roja îro û di çarçoveya projeya ji nûve avakirina Kobanê de gelek pirojeyên bi vî awayî hatine destpêkirin, her wiha ji wan kar û xebatên henê ku ji bo xizmeta gel hatine despêkirin projeya saricên qaqê (qeşa) yê ye.
Ev proje beriya ku hewa germ bibe û havîn were amedekarî jê re dihate kirin, her wiha piştî hatina havînê ev projeya hate destpêkirin û xwe têrkirinek ava sar ji welatiyên herêma Kobanê re hate peydakirin.
Kar û xebatên serastkirina şebekeya avê gihîştiye kîjan astê?
Ji bo peydakirina avê jî heya roja kar û xebatên sere rastkirina şebeketiya avê ya sereke têne kirin, her wiha kolanên ku heya roja îro av negijîştêkê bi 5 tangên avê ku ji bakurê kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Kantona Kobanê ve hatibûne kirîn, rojane 12 seatan (ji seat 7:00 ta 19:00 an) av li wan tê belavkirin ta ku çareseriyek ji pirsgirêka avê re bê dîtin û şebekeya avê bi tememî bê sererastkirin.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên liv û tevgera zêde ya li derdora taxa Sûq El Hal ya nêzî Qada Aşîtî, projeyek ji bo avakirina sûkek ji bo kirîn û firotina zebzeyan re hatiye destpêkirin.
Welatiyên Herêmê banga vegerê dikin :
Welatiyên Herêma Kobanê ji Ajansa Nûçeyên Hawar (ANHA) yê re axivîn û di axaftina xwe de bang li hemû welatiyên ku koçberî bakurê kurdistanê bûne ku vegerin welatê xwe ji bo ku bi hev re Bajarê Kobanê Şîn bikin û tevlî projeya ji nûve avakirina Herêma Kobanê bibin.
Welatiyan di axaftina xwe dane zanîn ku piştî vekirina karîdora di navbera herdu kantonan Kobanê û Cizîrê şert û mercên jiyanî yên li herêmê hêsantir bûne û ev tişta jî hîşt ku buhaya xwarin û gelek pêdiviyên jiyanê erzantir bibin.
Xweperastina Bajarê Kobanê hate xortkirin
Piştî komkujiya Kobanê ku di 25`ê hizêrana sala 2015 an de li ser gelê Kobanê pêk hatibû welatiyên Herêma Kobanê tedbîrên xweparastina bajar girtin û bi moralekî bilind bi hemû çekên xwe ku wan ji xwe re peyda kirne rojane û di seatên Êvarê jî derdikeve ji bo parastina herêmê. Ne tenê kesên bi temenê mezin derketin nobeta xweparastinê lê zarok, dapîr û bapîrên tamen mezin jî ji bo ku moral bidin nobetçioyan hişyar dimînin.
Asayîşa herêma Kobanê parastina bajêr xortir dike
Welatiyên Herêma Kobanê dema diçûn û hatina xwe di nava herêmê de li ser bendên kontirolê yê asayîşê re derbas dibin û ji aliyê endamên asayîşê ve têne kontrolkirin.
Asayîşa Herêma Kobanê ku ji bo aramî û ewlekariya bajar û bi taybet piştî komkujiya 25`ê hizêranê bendên xwe yên kontrolê zêde kirine.
Endamên asayîşa bajar diyar kirin ku tevî ku hejmara wan kêm e lê ew bi hemû derfetên xwe parastina bajar dikin û her endamek ji wan rojane 12 seatan parastinê dikin.
Edamên asayîşa bajêr ku her kesek 4 seat nobetê digrin dan zanîn ew bi hêvîne ku kesên ku hîna jî derveyî welatê xwe mane vegerin ta ku bi hev re bajarê xwe şêntir bikin û biparêzin.
(ra)
ANHA