Serokê Desteya Karên Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî û ji bo ku komkujiyên bi vî rengî dubare nebin, hişyarî kirin
HOGIR EBDO
ANHA - AMÛDÊ – Serokê Desteya KarêN Hundirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat bang li hemû welatiyên herêma Cizîrê kir ku li gorî qanûna kombûyîn û xwepêşandanan tev bigerin da ku hêzên Asayîşê çalakiyên wan biparêzin û careke din komkujiyên wekî yên Hesekê neyên jiyandin.
Beriya Newroza 2015’an Koordînasyona Giştî ya Kantonen Kobanê, Cizîr û Efrînê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ji ber girêdana bi bîranîna cangoriyên azadiyê, rewşa herêmê û pirsgirêka ewlekariyê pîrozbahiyên Newrozê hatine betalkirin. Kordînasyonê ji welatiyan xwestibû ku pîrozbahiyên girseyî lidar nexin û alîkariya hêzên Asayîşê bikin. Lê di 20’ê Adara 2015’an welatliyên bajarê Hesekê li taxa Miftî pîrozbahiya Newrozê lidar xistibûn û saet di 18.00’an de rastî du êrîşên hovane hatibûn. Di encamê de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan û birîndar bûn.
Serokê Desteya Karên Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî û ji bo ku komkujiyên bi vî rengî dubare nebin, hişyarî kirin.
Kenan Berekat da zanîn ku herêmên Suriyê û herêma Cizîrê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di nava aloziyeke ewlehiyê de derbas dibin. Berekat anî ziman ku li hemberî van êrîşan hêzên herêmê serkeftinên mezin bidest dixin, lê pêwisîte gel jî li gorî perspektîfên Rêveberiya Xweser tevbigerin û wiha dom kir:
“Çeteyên DAIŞ’ê ku li Til Hemîs, Til Berek, Serêkaniyê û Til Temirê, her wiha li herêma Kobanê derbeyên giran xwarin, vê carê berê xwe didin heêrmên sivîl û dest bi komkujiyan dikin. Wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk me beriya niha jî bi riya dezgehên çapemeniyê diyar kiribû ku divê her kes li gorî perspektîf û biryarên Rêveberiya Xweser tev bigerin. Lê mixabin çeteyan di şeva Newroza 2015’an de li bajarê Hesekê teqîn pêk anîn û di encamê de gelek welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn şehîd ketin. Ev kiryar tê wateya ku çete di vê radeyê de lawaz bûne û tenê dixwazin bi van rêbazan şerê me bikin. Ew dixwazin vîna me bidin şkandin. Ev kiryar bi tu awayan neyên qebûlkirin û tu caran jî vîna me ya azad nayê şkandin.”
Kenan Berekat girîngiya sekna li hemberî van êrîşan vegot û got: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wê xeta xwe bidomîne. Projeya demokratîk a gelan ku Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Çeçenan bi hev re dane destpêkirin wê bigihêje armanca xwe. Ji ber vê jî em ji gelê xwe yê herêmê hêvî û daxwaz dikin ku li gorî biryarên Desteya Karê Hundirîn yên derbarê parastina ewlehiyê de tev bigerin û bi hêzên ewlehiyê re bibin alîkarî da ku li herêmên me aramî were bicihkirin.”
Berekat bal kişand ser qanûna kombûyîn û xwepêşandanan ku di hezîrana 2014’an de ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve hatiye erêkirin û got: “Di qanûnê de tê gotin ku kesên dixwazin çalakiyeke wekî meş, xwepêşandan, festîval, mitîng, şahî û hwd lidar bixin divê destpêkê serî li Şaredariya Gel bidin û rûxsetê bistînin da ku ewlehiya çalakiyê were parastin. Em jî wekî Desteya Karê Hundirîn peywira me ew e ku çi çalakî were lidarxistin em wê biparêzin. Kesên ku li gorî vê qanûnê tev negerin wê berpiryartiya encamê rakin û li dadgehê doz li dijî wan were vekirin. Ev kombûn eger bi şêwazên ne qanûnî werin lidarxistin wê hêzên Asayîşê li gorî rêgezên yasayî destwerdanê bikin.”
(aq)
ANHA