Ji Weşanxaneya Ronahî’yê berhemeke nû

Çîroknûsê navdar yê Duhokî Îsmaîl Hacanî bi çîrokên xwe yên hêja li bakurê welêt derket pêşber xwendevanên kurdî

Weşan Amîda Kurd Amîda Kurd Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Çîroknûsê navdar yê Duhokî Îsmaîl Hacanî bi çîrokên xwe yên hêja li bakurê welêt derket pêşber xwendevanên kurdî. Weşanxaneya Ronahî çîrokên Îsmaîl Hacanî bêyî ku zarê badînî biguherîne û deforme bike li Amedê pirtûkê çîroknûsê hêja Hacanî weşand. Ev berhem ji du kitêbên Îsmaîl Hacanî yên bi navê “Mestiya Serkeftinê” û “Meydana Kûçikan” pêk hatiye. Çîrokên Mamoste Îsmaîl yên bijarte di vê berhemê de kom bûne.