Berdevkê fermî yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Azad Cundiyanî di daxuyaniyekî nivîskî ya derbarê greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJKê diyar kir ku çareseriya siyasî rêya bê alternatîf a vê qonaxê ye
HEWLÊR - Amîda Kurd: Berdevkê fermî yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Azad Cundiyanî di daxuyaniyekî nivîskî ya derbarê greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJKê diyar kir ku çareseriya siyasî rêya bê alternatîf a vê qonaxê ye.
Berdevkê YNK’ê Azad Cundiyanî derbarê rewşa girtiyên ji doza KCK û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê, herwiha bertekên girseyî yên gelê kurd di rojên borî de daxuyaniyek belav kir.
Li gor malpera fermî ya YNK’ê PUKmedia, Azad Cundiyanî di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Ev demeke hejmareke girtiyên siyasî yên kurd li Tirkiyeyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê û çend daxwazên wan hene. Herwiha ji bo piştgiriya girtiyên siyasî, 30ê cotmehê li piraniya bajar û bajarokên bakurê Kurdistanê, welatiyên kurd, parlamanter û nûneran dest bi greveke seransî kirin.”
Cundiyanî di berdewama axaftinên xwe de behsa kar û çalakiyên malbatên girtiyan, çalakiyên sivîl ên rojane ji aliyê parlamenterên kurd ve tên kirin kir û wiha dibêje: “Ligel wê yekê jî şer û pevçûnên leşkerî berdewamin dikin û ji ber wê jî li çend navçeyên bakurê Kurdistanê rewşekî ne aram heye.”
Berdevkê YNK’ê daxuyand ku bi xwedîderketin û berqerarbûna aştiyê li Tirkiyeya cîran û baweriya me jî ji daxwazên gelê kurd ên li wê parçeya Kurdistanê heye. Cûndiyanî got: “Ji bo wê jî em gelek bi dilgiranî û çavekî bi hêvî temaşeyî berfirehbûna wan bûyerên şiddetê ku ji bo vê qonaxê nayên xwestin dikin.”
Azad Cundiyanî balê dişîne ser dîtina YNK’ê û wiha dirêjî dide axaftinên xwe: “Bi nêrîna me berî ku ev rewş ber bi aliyekî metirsîdar de biçe, pêwîste sedemên wê rewşê bi rêya diyalog û nexşe rêyekî demokrasî bê kirin. Ji ber vê qonaxê jî peyama xwe bi xwe re hilgirtiye û dema wê hatiye ku dewlet, hikûmeta Tirkiyeyê û hemû hêzên demokrasîxwaz ên rasteqîne, herwiha partiyên siyasî yên wê parçeya Kurdistanê jî, rêya çareseriya siyasî û diyalogê hilbijêrin. Ji ber ku ew rê, rêya çareseriya bê alternatîf a vê qonaxê ye. Bi taybetî jî piştî ku berê jî serokomar û serokwezîrê Tirkiye ew peyam dabûn ku ji bo çareseriya siyasî amadene, heya di astekê de ligel birêz Ocalan jî dest bi gotûbêjan bikin.”
Berdevkê YNK’ê Cundiyanî got: “Xwedîderketina me ya derbarê berfirehbûna bûyerên vê dawiyê, ne tenê ji bo beşek ji gelê Kurd daxwaza mafên xwe yên damokratîk dike ye, lê ji ber em dixwazin aştî û aramiya welatek cîran ku bandora xwe li ser tevayî navçe û guhertinan de heye bê parastin.”
Azad Cundiyanî got: “Em baş ji wê yekê têghîştine û baweriya me jî ew e ku li Tirkiyê çareseriyeke siyasî ya ji bo pirsa Kurdî, wê fakterekî gelek girîng bi xwe re bêne û wê encamên wê yên erênî li ser hemû guhertinê navçeyê çêbike.”
Berdevkê YNK’ê bang li Tirkiyê dike û wiha dibêje: “Em ji welatekî bi bandor û cîran ê mîna Tirkiyeyê li bendêne ku nexşe rêya siyasî, demokrasî û diyalogê bike rêbaza çareseriya bingehîn û rasteqîneya siyasî ya di wî welatî de. Tenê ev çareseriya wê ligel serok û rêberên mezin ên Tirkiyeyê bin û piştre jî hem ji bo navxweyiya Tirkiyê başe û hem jî ji bo baweriya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û siyaseta navneteweyî ya navçeyê jî baştire û bi awayekî erênî wê ew çareserî bi dawî bibe.”
Berdevkê YNK’ê Azad Cundiyanî di dawiya daxuyaniya xwe de bang li aliyê kurd jî dike û wiha dibêje: “Daxwaza me ji aliyên siyasî yên wê beşa Kurdistanê jî ew e pêngavên ku bavêjin di aresteya xwe de bin.”