ŞÎNDA EKREM/AZÎZ KOYLUOGLÛ - QAMIŞLO 03.06.2014 07:01:20
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, 23 jinên Kurd û Ereb ên ji bajarên Heleb, Şam, Reqa, Îdlîbê koç kirine li Navenda Kar a Warşîn dixebitin û malbatên xwe xwedî dikin.
Li Rojavayê Kurdistanê gel ji bo jiyaneke nû têdikoşe. Di navenda vê têkoşîna de jî jin cih digirin. Ji parastinê heta perwerdeyê, ji tenduristiyê heta edalet û çandiniyê li her qadên şoreşê jin hîn bêtir derdikevin pêş. Li qada aboriyê ku heta niha bi tenê mêr hebûn, bi şoreşê re jinê jî xwe nîşan da. Kooperatîfa ji aliyê jinên di bin sîwana Yekitiya Star de hat avakirin, qadên xebatên diafirîne û ji bo jinan qadên nû yên kedê çê dike. Yek ji van qadên kedê jî Navenda Kar a Warşîn e. Navenda Kar a Warşîn ku ji 25 xebatkarên xwe 23 jê jin e, ji bo Kantona Cizîrê bersivê dide beşeke pêdiviyên kincan.
Li navenda ku di bin sîwana xebatên koopartîfa jinê hat avakirin, jinên ji bajarên Sûriyeyê yên mîna Reqa, Heleb, Îdlîb û Şamê hatine û di şert û mercên giran de hewl didin xwe li jiyanê bigirin, dixebitin. Yek ji rêveberên navenda xebatê Naîma Bektaş da xuyakirin ku ew dixwazin bi taybetî jinên koçî Rojava kirine tevli jiyana kar bibin û destnîşan dike ku ew ji malbatên ji ber mercên giran ên şer revjiyane, derfetên xebatên diafirînin.
Bektaş da zanîn ku wan li Navenda Xebatê ya Warşîn par bi du maşîne û çar kesan dest bi kar kirine û îro vê xebata xwe bi 40 maşîn û 25 xebatkaran dewam dike û ragihand ku li gorî modelên dikanên kincên jin, mêr, zarok ên li Kantona Cizîrê ew berheman pêşkêş dikin. Bektaş da zanîn ku jin rojane heyşt saetan dixebitin û berhemên ew diafirînin hevpar in û anî ziman ku ewê di demeke nêz de maşîneyên nû bînin û ji bo hejmareke zêdetir a jinan derfetên kar biafirînin.
Li Navenda Kar a Warşîn ku ji beşên birîn, dirûtin, ûtîkirin, ambalaj û firotinê pêk tê, hefteyê 2 hezar perçe kinc pêşkêşî bazarê tên kirin. Bektaş diyar kir ku vê gavê li ser daxwazê ew bi markayên cuda re her şêweyê kincan didirûn û ragihand ku ew markayên nû amade dikin.
Fatma Şihade ya li Navenda Kar a Warşînê dixebite ji gelê Ereb ê ji Îdlîbê ye. Fatma ji pevçûnên li Îdlîbê reviyaye û xwe li Rojava girtiye. Fatma bi kurtasî çîroka xwe wiha vedibêje: "Ji ber şer û pevçûnên li Sûriyeyê me koçî Qamişlo kirin. Li vir derfetên kar dan min û ji ber ku Ereb im rastî ti cihêkariyê nehatim. Em Ereb dixwazin Sûriyeyeke ku bi Kurdan re di nava xwişk û biratiyê de bijîn, ava bibe."
Cîhan Mihamed jî yek ji bi hezaran malbatên penaber e ku ji çeteyên DAIŞ'ê yên li Reqayê revaiyeye û xwe li Qamişlo girtiye, vê gavê jî li Navenda Kar a Warşîn dixebite. Cîhan dibêje, "Li Reqayê ji ber pevçûnên dawî û zextên çeteyên DAIŞ'ê, bi malbata xwe re em hatin Qamişlo. Hin kesên bi me re hatin, çûn Başûrê Kurdistanê. Li Navenda Kar a Warşînê jinan derfetên kar dan min û dixebitim. Eger li vir kar nebûya em niha li kampeke penaberan bûn."
Abdulezîz Ehmed ê ji Helebê bi malbata xwe re neçar ma bireve, koçî Qamişlo kir. Ji ber ku kurê herî mezin ê malê ye, neçare li malbata xwe binêre. Ehmed jî ji bo xwedîkirina malbata xwe li Navenda Kar a Warşîn dest bi xebatê kir. Ehmed dibêje, "Jinên li vê derê derfetê kar li Navenda Kar a Jinê ya Warşîn dan min. Bi xêra vî karî ez malbata xwe xwedî dikim."