SILÊMANÎ/ROJNEWS
Karmendên tendurustiyê yên nexweşxaneya Silêmaniyê ji ber wernegirtina meaşên xwe dest bi grevê kirin.
Karmendên nexweşxaneya Silêmaniyê ya beşa lezgîn li dijî nedayîna meaşên xwe dest bi grevê kirin. Karmendan daxwaz ji wezareta Darayî kirin ku heta îro meaşên karmend û duxtorên wezareta Tendurustiyê bidin.
Şevê din seat 21:00’an karmendên nexweşxaneya Silêmaniyê ya beşa lezgîn daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Dr. Bekir Mecîd ve hat xwendin. Bekir Mecîd ragihand ku taloqkirina dayîna meaşên wezareta Tendurustiyê zilmek mezine ji hemû karmendan û duxtorên civakê re.”
Dr. Bekir Mecîd got ku derengmayîna meaşên karmendan di cejan pîroz a Remezanê de bandorek neyênî li ser jiyana karmendan û tevahiya civakê dike û wiha berdewam kir: “Bêdengiya civakê li hember vê yekê nayê wê wateyê ku razî ne belkû gel dilsozê welatê xwe ye.”
Di dawiya civîna şevê din a çapemeniyê de Dr. Mecîd bal kişande ser armanca greva ku wan destpêkiriye û wiha pêdeçû: “Greva me ji seat 20:00 heta 21:00’an berdewam dike. Em daxwaz ji wezareta Darayî dikin ku roja pêncşemê(îro) meaşên karmend û duxtorên wezareta Tendurustiyê bi ser wan de dabeş bike.”
Herwiha duxtoran destnîşan kirin ku ger daxwazên wan bicih neyê û heta cejnê meaşên wan neyê dabeşkirin ewê çalakiyên bi vî rengî zêdetir bikin û gotin ewê çalakiyê medenî yên cudatir dest pê bikin.
(rn)