3 deqîqe xwendin

KCD Komkujiya Helepçeyê dibe NY'yê

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ÎSMAÎL ESKÎN

AMED (DÎHA) - Endamê Dîwana Serokatiya KCD'ê Cabbar Leygara diyar kir ku divê Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî Komkujiya Helepçeyê ku 5 hezar kurd bi çekên kîmyayî hatin qetikirin wekî 'komkujiyê' qebûl bike û got: "Ji bo qetlîama li hemberî gelê kurd hatî kirin wekî 'Komkujî' bê naskirin emê serî li Neteweyên Yekbûyî bidin."

Gelê kurd her tim bi komkojiyan re ru bir u maye. Komkujiya herî mezin ku ketiye dîrokê û di cihanê de her kesî çavê xwe lê girtiye Komkujiya Helepçeyêye ku 25 sal li duv xwe hişt. Komkujiya ku ji aliyê seokê berê yê Iraqê Saddam Huseyîn ve bi çekên kîmyayî 5 hezar kurd hatin qetilkirin. Kesên ku ev komkujî pêanîn ne hatine cezakirin û komkujî hêj li ber çavan nayê girtin û her kes çavên xwe digirin. Endamê Dîwana Serokatiya KCD'ê Cabbar Leygara, diyar kir ku wan Komkujiya Helepçeyê li Amedê bi partiyên siyasî yên kurd, saziyên sivîl û bi gel re dê protesto bikin û wiha got: "Em komkujiyê wekî 'bîranîn' nabînin, em dixwazin fêm bikin. Komkujiya Helepçeyê ne komkujiyek ji rêzê ye, peyama qirkirina gelê Rojhilata Navîn hatiye dayîn. Ev ne qetlîame, ev qirkirina gelê Rojhilata Navîne, komkujiye.

'Ji bo komkujî were naskirin emê serî li NY'ê bidin'

Leygara, da zanîn ku qetlîama kurdan ji cihanê re ne tam ne hatiye gotin, cihan li hemberî van komkujiyan bêdeng mane û wiha axivî: "Di serî de NY, hemû pêşengên cihanê qirkirina gelekî û ji holê rakirina gelekî wekî komkujî qebûl nekirine. Ji bo KCD qetlîama Helepçeyê wekî 'komkujî' binavbike emê serî li NY'ê bidin. Em dixwazin dibin banê Neteweyên Yekbûyî de hemû welatên din vê qetlîamê wekî 'komkujî' nasbikin. Emê ji bo DY, NY û welatên din ji bo vê komkujiyê nasbikin emê xebatan bidin meşandin."

Leygara, bang li Tirkiyeyê kir ku vê qetlîamê wekî komkujiyê nas bike û wiha got: "Eger Tirkiye di pêvajoya çareseriya demokratîk ya kurdan de samîmî be û ketibe pêvajoyek aştiyê de em li bendê ne ku qetlîama Helepçeyê wekî komkujiyê qebûl bike. Naskirina komkujiyê ji aliyê Tirkiyeyê ji bo gelê kurd gelek girînge. Divê gelê kurd jî ji van komkujiyan dersan bigire."

Banga ji bo yekbûyîna neteweyî

Leygara, destnîşan kir ku ji ber ku yekitiya gelê kurd ne hatiye avakirin bi gelek qetlîaman re rû bir û maye û wiha axivî: "Ji ber ku gelê kurd li Dêrsimê, Koçgirî û Zîlanê ne bûn yek rastî qetlîaman hatin. Ev qetlîam îro l,i roboskê hat berdewam kirin. Heta kurd li hemberî Dehaqên modern yeketiya xwe pêk neyîne dê rastî van qetlîaman bên. Em bang li hemû partiyên siyasî yên kurd dikin ku ji bo yeketiya neteweyî çi ji destê wan bê bikin. Emê bi yeketiya neteweyî li hemberî qetlîaman bisekinin. Ji ber vê yekê em bang li hemû tevgerên siyasî yên kurd, hemû gelê kurd, jinan, kesên ku têkoşînê didin meşandin û kesên ku keda wan hene dikin ku yeketiya neteweyî derxin asta herî jor û bi yeketiya neteweyî tevbigerin."

(aw/mae)