3 deqîqe xwendin

KCK: Îranê pêvajoyeke bi talûke daye destpêkirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, darvekirina 3 siyasetmedarên kurd bi tundî şermezar kir. KCK’ê diyar kir ku dewleta Îranê bi polîtîkayên dijmintiya kurdan û darvekirinan pêvajoyeke bi talûke daye destpêkirin û got ku, “Ji bo şermezarkirina van polîtîkayên hovane yên ne li gor mirovatiyê, em bang li gelê xwe yê 4 parçeyên Kurdistan û derveyî welêt dikin ku têkoşînê bi biryar pêş bixin.”

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ev xisûs diyar kir, “Dewleta Îranê, di serî de gelê kurd tevî hemû bertek û hişyariyên li gelek deverên cîhanê siyasetmedarên kurd Saman Nesîmî, Hebîbullah û birayê wî Elî Efşarî darve kiriye. Di destpêkê de dewleta Îranê ji ber vê tevgera tolhildanî a mafê mirovan ê gerdûnî û hiqûqa navneteweyî binpê kiriye em bi tundî şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbata Saman Nesîmî û her du bira yên Efşarî û gelê kurd re sersaxiyê dixwazin.”

KCK'ê ragihand ku darvekirinên dewleta Îranê pêk tîne û polîtîkayên ku li ser dijmintiya kurdan pêş dixe, wê kurdan û gelê Îranê nêzî hev bike û zemîna têkoşîna hevpar hê bihêztir bike.

KCK'ê destnîşan kir ku dewleta Îranê pir baş dizane ku, gelê kurd wek dîrokî li hember darvekirinan pir hestyar e. Bi darvekirina 3 kurdên ku yek di temenê zaroktiyê û jî bira ne, peyama hatiye dayîn ji aliyê gelê kurd ve hatiye wergirtin. Gelê kurd li hember van darvekirinan wê qet paşde gav navêje. Berevajî wê têkoşînê hê bi biryar pêş bixe.

KCK'ê da zanîn ku aşkera ye dewleta Îranê, pêşveçûnên li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi awayekî talûke bi polîtîkayeke dijberî kurdan dinirxîne û ev tişt gotin:" Li şûna dewleta Îranê pirsgirêka kurd bi rêbazên siyasî û demokratîk çareser bike, êrîşa li hember destketiyên kurdan û darvekirina siyasetmedarên kurd tercîh dike. Kurd ku ne kurdên berê ne, Kurd bi rêxistinbûn û asta têkoşînê ya gihiştinê ku dikarin her cure belayê bi rehetî berteref bikin hesan nake. Kurd êdî ne berxên ber kêrê ne. Di bin her şert û mercî de, xwedî wê hêzê ne ku azadî û destketiyên xwe biparêzin. Dewleta Îranê bi polîtîkayên dijmintiya Kurdan û darvekirinan pêvajoyeke bi talûke daye destpêkirin. Wek tevger tevî hemû hişyarên me jî siyasetmedarên Kurd darve kiriye. Dewleta Îranê ji ber darvekirinan pêwîst e demldest ji gelê Kurd lêborînê bixwaze. Divê daxuyaniyeke zelal û teqez a wê darvekirinan pêk neyîne aşkera bike."

KCK'ê bang kir ku ji bo şermezarkirina van polîtîkayên hovane yên ne li gor mirovatiyê, em bang li gelê xwe yê 4 parçeyên Kurdistan û derveyî welêt dikin ku têkoşînê bi biryar pêş bixin.

(oî)