Yek ji fermandara HPG-YJA Starê ya Mexmûr û Kerkukê Medya Egîd diyar kir ku piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê, êrîşên xwe yê xeta Kerkuk û Mexmûrê zêde kiriye û got: “Kerkuk-Mexmûr hedefa stratejîk a DAIŞ’ê ye.”
Saturday, February 7, 2015 at 10:38 AM
Arzu demîr - Navenda nûçeyan
Yek ji fermandara HPG-YJA Starê ya Mexmûr û Kerkukê Medya Egîd diyar kir ku piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê, êrîşên xwe yê xeta Kerkuk û Mexmûrê zêde kiriye û got: “Kerkuk-Mexmûr hedefa stratejîk a DAIŞ’ê ye.” Egîd got ku şer li herêmê wê bidome û wiha got: “Ji bo rewşeke derveyê mirovahî dernekeve holê divê fermandariyek hevpar û hêzek parastinê ya hevpar bê avakirin.”
Piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê, DAIŞ’ê berê xwe da xeta Kerkuk û Mexmûrê. Hefteyek berê li dijî Midûriyeta Polîsan a Kerkukê êrîş pêk hat û êrîşên li xeta Mûsil-Kerkuk- Mexmûrê zêde bûn.
Rewşa xeta Mûsil-Mexmûr-Kerkukê çi ye? Êrîşên DAIŞ’ê rewşek rutîn e gelo? An jî plana şerekî nû ye? Êrîşên DAIŞ’ê wê çawa bişikên.
Yek ji fermandar HPG-YJA Starê ya Mexmûr û Kerkukê Medya Egîd bi hevkariya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê bersiv dan van pirsan.
Fermandar Egîd diyar kir ku DAIŞ’ê di meha Tebaxe de li dijî Şengalê êrîş dane destpêkirin û got: “Ev erîş ne êrîşeke lokal e, di aliyê hevsengiya Rojhilata Navîn demek kurt de derket holê. Bi êrîşên DAIŞ’ê re li tevayî Kurdistanê hewcedariya parastineke giştî derket holê. Gelê Başûrê Kurdistanê wek hedef derket plana pêş. Em HPG û YJA Star hêzeke parastinê ya neteweyî ne û li ku derê Kurdistanê li hemberî gelê me êrîş hebe em dikevin berxwedanê û xwedî berpirsyarî ne."
Gerîlayên HPG û YJA Starê li xeta Mexmûr û Kerkukê li ser esasê parastina aktîf bi hêzên pêşmergeyan re di eniya şer de cih digirin. Li her qada ku cih girtin herêm ji çeteyan paqij kirin. Bi van pozîsyonên parastinê re, ne tenê Mexmûr, pêşeroja Hewlêrê jî rizgar kirin.”
EV ÊRÎŞ NE RUTÎN IN
Egîd ji bo êrîşên dawî got ku ew nekarin rutîn binirxînin û wiha got: “Êrîş li ser esasê stratejî û planan pêk tên. Cihê Kerkukê girîng e. Ev demeke di hedefa DAIŞ’ê de ye. DAIŞ dixwaze têkçûna li Kobanê bi Kerkuk û Mexmûrê telafî bike. Xeta Kerkuk û Mexmûrê ji bo qezencên Kurdan herêmek krîtîk e, di aliyê erdnîgariyê de jî xwedî mîsyonek girîng e. Her wiha Mexmûr û Kerkuk ji ber dewlemendiyên xwe (petrolê) dibe hedef. DAIŞ ji ber vê stratejîk dinêre. Mexmûr ji bo ewlehiya Hewlêrê gelek girîng e. Her du cih jî bo hevsengiya herêmê girîng in. Êrîşên DAIŞ’ê stratejîk in. Agahiyên tên, nîşan dide ku wê êrîş berfireh bin. Êrîşa dawî ya li Kerkukê ji aliyê gerîla û pêşmergeyan ve hat şikandin û vala hat derxistin.
Çûyîna gerîlayan a Mexmûr, Şengal û Kerkukê ji aliyê gel ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Vê rewşê bi gel re hesta yekîtiya neteweyî xurt kir.”
Li gorî nirxandinên Medya Egîd, hebûna gerîlayan di nava pêşmergeyan de rê li ber çavkaniyek mezin a moralê vekiriye. Egîd bal kişand ser girîngiya şikandina îradeyê û got ku wan wek tevger ev di her dema têkoşînê de îfade kirine. Piştî ku gerîlayan, parastina Başûrê Kurdistanê girt ser xwe KCK’ê ji bo kombûna Konferansa Neteweyî’ ya ji ber helwesta PDK’ê neciviya bang kir û daxwaz kir ku xeteke hevpar a parastinê bê avakirin. Lê li gel van bangan ji bilî parastinek hevpar a li eniyê hevkarî ne mijara gotinê ye.
HÊZA HEVPAR A PARASTINÊ ŞERT E
Egîd wiha berdewam kir: “Ji bo li dijî xetereyê li ser Kurdistanê hêzeke hevpar û fermandariyek hevpar bê pêşxistin hewldanên me ji destpêkê de hene. Ji bo em ji van êrîşan re bibin bersiv, em daxwaza avabûna koordîne, pergal û fermandiyek hevpar dikin. Me di her firsenfdê de ev anî ziman. Helwesta me ya di vê mijarê de diyar e û ji aliyê hemû raya giştî ve tê zanîn. Em ji serî de van xetereyan dizanin û em cidî digirin. Pergalek û fermandariyek hevpar wê bibe besiv. Em di enşya şer de li van qadan aktîf rol dilîzin. Ev di aliyê pêşmergeyan de ji bo me moralek mezin e. Mijareke din a girîng jî nêzîkatiya gel a li dijî gerîlayan e. Gel bi hêviyek mezin li gerîlayan dinêre. Pê bawer e. Bi taybet jî hevkariya gerîlyan û pêşmergeyan ji bo wan gelek girîng e. Lê di vê mijarê de di asta payebilind de negihiştiye biryarek fermiyetê.”
HEBÛNA ME JI NEDÎTÎVE TÊ
Egîd di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Geşedanên herêmê hinekan nerehet dike. Hebûna me ya li herêmê ji nedîtîve tê. Nedîtina evqas hewldanan rewşeke ku nayê qebûlkirin. Alîkariya cebilxaneya navneteweyî ya ji bo DAIŞ’ê jî nayê parvekirin.”
ME ALÎKARIYA CEBILXANEYÊ NEGIRT
Egîd wiha dewam kir: “Hêzên me xwedî performanseke mezin a dikarin encamê bigirin û bi awayekî aktîf şer bikin. Lê di nava şert û mercên niha de tevî ku her cure derfet tên dayîn em ji van derfetan fêdeyê nagirin. Bi taybet cebilxane û çek kêm in. Em bi piştgiriya gelê xwe cebilxaneyê dikirin. Em piştgiriyê ji hikûmeta herêmî û hêzên koalîsyonê nagirin. Em ji derfetên hêzên navneteweyî piştgiriyê nagirin. Em li eniya şer bi derfetên xwe têdikoşin. Alîkariya ji bo DAIŞ’ê tê kirin bi me re nayê parvekirin.” Egîd got ku li herêmê şer dijwar dibe û banga avakirina pergala parastina hevpar kir.