1 deqîqe xwendin

Kişanak û Baydemîr li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê kirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Polîsan destûr nedan meşa ji aliyê Tevgera Jinên Demokratîk û Azad ve hate lidarxistin û dixwest ji navçeya Rezan heta Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bimeşin. Polîsên Tirk li ser hemû rêyên li derdora girtîgehê bend danîn û polîsan bi bombeyên bi ava şid êrîşê girseyê kir. Koma ku Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak û Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr jî di nav de ne, li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Çalakiya rûniştinê berdewam dike û polîsên Tirk liser rêyên Emek, Hatboyu û Bariş ên ber bi girtîgehê ve tên wesayitên zirxî û TOMA bi cih kirin û destûr nadin ku girse bê ber avahiya girtîgehê.

Girseyê vê yekê protesto kiri û di navbera girse û polîsan de pevçûn qewimîn.

ANF NEWS AGENCY