Klîçko: Ûrisyayê li Kyîvê li pira duyemîn a sereke xist
Klîçko ragihand, Ûrisyayê li Kyîvê li Pira Bakur xistiye û çûnûhatina li ser pirê bi temamî rawestiyaye.
Li gor BBC'yê weşandiye, artêşa Ûrisyayê di çarçoveya êrîşên xwe yên li ser binesaziya krîtîk de, li Kyîva paytexta Ûkraynayê li pira duyemîn a sereke xist. Şaredarê Kyîvê Vîtalî Klîçko ragihand, serê sibeha Şemiyê di êrîşê de Pira Bakur (Pîvnîçnî) hatiye lêdan û çûnûhatina li ser pirê hatiye astengkirin.
Klîçko li ser hesabê xwe yê Telegramê nivîsî, di encama lêdanê de rûyê rê û têlên elektrîkê yên troleybûsan zirar dîtine û tîmên hewarçûnê gihiştine cihê bûyerê. Bi sedema zirarê, çûnûhatina wesayetan a ji aliyê çepê ber bi aliyê rastê yê bajêr ve bi temamî hatiye rawestandin.
Ev êrîş piştî wê yekê pêk hat ku pira din a stratejîk a bajêr, Pira Başûr, rojên Pêncşem û Înê bi berdewamî rastî êrîşên dronên Ûrisyayê hatibû. Klîçko berê hişyarî dabû, ev êrîş "Kyîvê ji hev dixin" û ragihandibû, ji ber zirarê, seferên trên û metroyê yên li ser Pira Başûr hatine rawestandin. Nêzîkî 3 milyon şêniyên Kyîvê ji bo çûnhatina navbera her du semtên bajêr bi piranî giraniya xwe didin xeta metroyê.
Pira Bakur û Pira Başûr beşên rojhilat û rojava yên paytextê bi hev ve girêdidin û heta roja Pêncşemê nehatibûn lêdan. Ev gav nîşana qonaxeke nû ya stratejiya leşkerî ya Mosqowê ye ku rasterast li lojîstîk û veguhestina bajêr dixe. Piştî êrîşên li ser Pira Başûr, Encumena Parastinê ya Kyîvê roja Înê civîneke lezgîn li dar xistibû û Klîçko hişyar kiribû, paytext ketiye "rewşeke pir dramatîk".
Serokê Ûrisyayê Vladîmîr Pûtîn îdîa kiribû, êrîşên wan wek bersivdana lêdanên Ûkraynayê yên li ser dezgehên enerjiyê yên Ûrisyayê ne; lê belgeyên qadê nîşan didin ku destpêkê Mosqowê ev êrîş dabûn destpêkirin. Li aliyê din, Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî di hevpeyvînekê de bi rojnameya Financial Timesê re anî ziman, Pûtîn biryar daye ku êdî di êrîşan de "tu rêzik nîn in". Zelenskî got: "Rûs nikarîn me dagir bikin, lewma niha êrîşên berfireh û komkujiyan dikin. Ew dixwazin pirên me, navendên daneyan, înternet, torên pêwendiyê, nexweşxane û dibistanan hilweşînin ji bo xelk ji bajaran bireve."
Wêne: BBC