3 deqîqe xwendin

Kobanî ji Newrozê re amade ye

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Piştî Kobaniyê bi berxwedana dîrokî ya şervanên YPG/YPJ'ê hat azadkirin, xebatên pîrozbahiya Newrozê ber bi dawiyê ve diçe

KOBANÎ - NÛRÎ AKMAN Piştî Kobanê bi berxwedana dîrokî ya şervanên YPG/YPJ'ê hat azadkirin, xebatên pîrozbahiya Newrozê ber bi dawiyê ve diçe.

Şervanên YPG/YPJ'ê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke dîrokî meşandin û di encama vê berxwedanê de Kobanê hat azadkirin. Şervanên YPG/YPJ'ê ji bo azadkirina gundên Kobanê jî pêngava azadkirinê da destpêkirin û ev pêngav ber bi serkeftinê ve diçe. Piştî Kobanê hat azadkirin ji bo pîrozkirina Newrozê xebat hatin destpêkirin. Ji ber ewlehiyê qada ku Newroz lê were pîrozkirin nehat aşkerakirin.

Navenda Çand û Hunerê ya Baqiyê Xido ev meheke li Kobanê dest bi xebatên pîrozkirina Newrozê kiriye û xebatên wan bi hemû hêza xwe didome. Komên folklorê yê mezin û zarokan, koma şanoyê û Koma Dengê Kobanê yên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqiyê Xido di pîrozbahiyê de dê derkevin ser dikê. Tê payîn ku bi hezaran welatî û gelek şervanên YPG/YPJ'ê tevlî pîrozbahiyê bibin. Her wiha berxwedêrên Kobanê li ser sînorê Binxetê pîrozbahiya Pirsûsê ya ku di 17'ê adarê de pêk were silav bikin.

Li Kobanê ji niha de kelecana pîrozbahiyê li seranserê bajar berfireh bûye. Komîteya Amadekar a Newrozê piştî civîna 16'ê adarê ji serokên rêxistinan, rewşenbîr û hunermendên herçar parçeyên Kurdistanê û welatan din re xwendname bişînin.

LI KOBANÊ HER ROJ NEWROZ E

Serokê Konseya Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê Abdurrezak Elî der barê xebatên pîrozbahiyê de agahî da. Elî diyar kir ku ji bo pîrozbahî li gorî cewhere azadiyê pêk were çi ji destên wan were ew ê bikin. Elî da zanîn ku Cejna Newrozê bi berxwedana Kawayan, Mazlum Doganan ketiye nav rûpelên dîrokê û wiha got: "Li Kobanê gelek Kawa, Mazlum, Zîlan hene û bi pêşengiya wan berxwedaneke li gorî dîrokê wê meşandin. Ji ber vê yekê her rojê Kobanê Newroz e." Elî destnîşan kir ku her kes berxwedana dîrokî ya Kobanê di nava dilê xwe de hîs kirine û wiha pêde çû: "Di berxwedana bi pêşengiya YPG/YPJ'ê tê meşandin de gelek hevalên me şehîd ketin. Em ê Newroza ev şehîdên ku ruhê azadî û berxwedêriyê nîşan dane pîroz bikin."