1 deqîqe xwendin

Kolandina xendeqan a li ser sînor didome

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

QAMIŞLO – Dewleta Tirkiyê kolandina xendeqên li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê didomîne, di heman demê de tevgera xwe ya leşkerî li ser sînor zêde kiriye.

Dewleta Tirkiyê kolandina xendeqan a li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kudistanê didomîne, Tirkiyê vê carê xeneqyên xwe li kantona cizîrê û bi taybt li herêma di navber bajarê Nisêbînê û Qamişlo dikole. HEta niha Tirkiyê xendeq bi dirêjbûna zêdeyî 100 kîlometreyan kolaye. Vê carê 2 xendeqan li kêleka hev dikolin û di navbera wan de panzer û tang hatine bi cihkirin.

Di heman demê de tegera leşkerî ya li ser sînor zêde kiriye. Xendeqa tê kolan bi benbûna 3ê metrane û kurbûna 4 metreyane, di heman demê de axa ji xendeqan derdikeve li herdû aliyan tê bi cihkirin.

(dc)

ANHA