KOBANÊ (DÎHA) – Komek leşkerên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) bi 8 pîqaban ji Deriyê Sînor ê Muşşîtpinarê derbasî Kobanê bûn. Tê payîn ku îro jî pêşmerge derbasî Kobanê bibin.
Li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê liv û tevger zêde bû. Leşkerên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ku ji şevê din vir ve li ber deriyê sînor dihatin rawestandin vê sibê bi 8 pîqaban derbasî Kobanê bûn. Tê payîn ku derbarê derbasbûna leşkerên AAS'ê de di seatên pêş de daxuyanî were dayîn.
Her wiha hêza pêşmergeyan a ku 85 kesan pêk tê li ber deriyê sînor tên rawestandin. 65 pêşmergeyên ku bi riya bejayî tên dê bigihêjin Pirsûsê. Tê payîn ku pêşmerge jî îro derbasî Kobanê bibin."
(wk)