1 deqîqe xwendin

Komkujî di rojeva Meclisa Alman de ye

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Komkujiya Helebçe di rojeva Meclisa Federal ya Alman de ye

Ji ber sedema 25’mîn salvegera komkujiya Helebçe ku 16’ê Adarê rejima Sedam Huseyîn çekên kîmyawî barandin Helebçeya Başûrê Kurdistanê û 5 hezar sivîl qetilkirin, sibe li Meclisa Federal ya Almanya rûniştinek pêktê.

Rûniştina ku ji aliyê partiyên muxalefet, Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Keskan hate pêşniyarkirin û pêktê, dê alîkariya ji bo mexdûrên komkujiya Helebçe bê dest girtin.