4 deqîqe xwendin

Komîsyona Mîsak-i Mîllî dê sînoran rake!

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

MELTEM OKTAY

AMED (DÎHA) - Jina di çarçoveya kampanyaya DOKH'ê ya "Jin ji bo azadiya serokê xwe û azadiya xwe di çalakiyê de ne" Komîsyona Mîsak-î Mîllî ava kirin. Jinan diyar kir ku bi avakirina komîsyonê êdî sînor bê wate dibin. Endama Lijneya Rêveberiya Akademiya Jinê Fîgen Aras, diyar kir ku bi pasaportê jî birayên xwe yên Rojava nabînin û ji bo sînoran rakin dê bixebitin.

Di çarçoveya kampanyaya DOKH'ê ya "Jin ji bo azadiya serokê xwe û azadiya xwe di çalakiyê de ne" ji bo 8 atolyeyan komîsyon hatin avakirin. Jin dixwazin hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tên meşandin bihêz bikin û hem jî bi gelê Kurdistanê re înşaya Xweseriya Demokratîk bikin. Jin bi atolyeya Mîsak-i Mîllî ya ava kirin nîqaşa bêwateya sînora dikin. Komîsyona ji 13 kesan pêk tê her hefte du rojan tên cem hev.

'Armanc destê Ocalan bihêz kirin e'

Endama Lîjneya Rêveberiya Akademiya Jinê ya Amedê û Endama Komîsyona Mîsak-i Mîllî Fîgen Aras, diyar kir ku di nava bendewariya mûzakereyan in. Aras, balkişand ser di serdemên çareseriyan de rol û mîsyona pêşengiyê û di vê nokteyê de biryarbûna wan heye. Aras, anî ziman ku ew dixwazin destê Ocalan di nokteya aştiyê de bihêz bikin û xebatên ji bo wê yêkê bimeşînin.

'Ji bo me Mîsak-i Mîllî sînorên Kurdistan kirin çar parçe ne'

Aras, da zanîn ku di pêvajoya diyalogê de ji bo pêvajo vegere muzakereyê, Ocalan 8 komîsyon pêşniyar kiribûn û hevparên DOKH'ê jî hatin cem hev û nîqaşa "Em dê çawa komîyonan bixin meriyetê?" û "Di noqteya pêvajoyê bihêz bikin dê çawa komîsyonan bikarbînin?" meşandin. Aras, bilêv kir ku weke komîsyona Mîsakî Mîllî hatin cem hev û wiha got: "Ji bo me Mîsakî Mîllî sînorê Kurdistan kirin çar parçe ne. Lê Mîsakî Mîllî derbixin holê gelek girîng e."

'Em dê hewil bidin sînoran rakin'

Aras, destnîşan kir ku ligel bi kurdên Rojava re birayên hev in nikarin hev bibînin û wiha axivî: "Bi kurdên li Rojava dijîn em birayên hev in lê bi pasaportê jî nikarin hev bibînin. Dema mirov berê xwe dide Ewropa sînor tunene." Aras, diyar kir ku êdî tu wateya sînoran nemaye û ji bo ku ji sînoran xilas bikin dê bixebitin. Aras, anî ziman ku divê hemû şaştî û derewên tên kirin derbixin holê û dema behsa welat dikin fetîşbûnek derdikeve holê. Aras, da zanîn ku dema perçeyê axê yê jê re tê gotin welat bi awayekî ekolojîk berê xwe bidinê ji xwe mekanekî azadiyan e û wiha pê de çû: "Divê em li ser sînoran û fetîşbûnê bi awayekî cidî lêhûrbûnekê bikin. Ji bo ku em vê yekê derbas bikin em xweseriyê tînin rojevê."

'Bi komîsyonan re bi du aliyan de hewildan hene'

Aras, bilêv kir ku dema Ocalan muzakre pêşxistin li ser daxwazan pêşxistin û wiha axivî: "Di van komîsyonan de bi du aliyan de hewildanan hene. Li aliyekî destê serokê me yê bi dewletê re hevdîtina dike bi hêz bikin yanî dewletê bi awayekî demokratîk û di çarçoveya makezagonê de nêzî pirsgirêka kurd bibe û li aliyê din gelên Kurdistanê înşaya xweseriyê pêk bînin e." Aras, destnîşan kir ku êdî xweserî vegeriyaye tiştekî şênber û divê hemû kes li ser komîsyunan tevlî vê yekê bikin û gotina hemû kesî di vê pêvajoyê de heye.

DOKH'ê berê 8 atolyeyên bi navê; "Lêkolîna Heqîqatan", "Rêxistinbûna Civaka Sivîl", "Parastina Cewherî", "Mîsakî Mîllî", "Ekolojî", "Aborî", "Hiqûq" û "Azadiya Jinê" ava kiribû.

(bd)