Konferansa ku ji bo ji nû ve avakirina Kobaniyê dê lê bê nîqaşkirin û biryarên şenber bên girtin li Amedê dest pê kir
AMED (DÎHA) – Konferansa ku ji bo ji nû ve avakirina Kobaniyê dê lê bê nîqaşkirin û biryarên şenber bên girtin li Amedê dest pê kir. Konferansa ku ji çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê bi beşdariya 350 delegeyan pêk tê bi slogana “Jinûve înşakirina Kobanê xwedîlêderketina nirxên mirovahiyê ye” tê lidarxistin dê 2 rojan berdewam bike.
Ji bo Kobanê ya ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedana bêhempa ya hêzên YPG û YPJ’ê hate azadkirin konferansa ku jinûve bê înşakirin riyên çareseriyê bên nîqaşkirin û biryarên şenber bên girtin li Amedê li Salona Konferansê ya Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cîgerxwînê dest pê kir. Konferans bi bangawaziya Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslîm û malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, Odeya Sanayî û Bazirganî ya Amedê, Kongreya Jinên Azad (KJA), Odeya Tabîban a Amedê, Lijneya Kordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Amedê, Baroya Amedê û Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê pêk tê bi dirûşma “Jinûve avakirina Kobanê xwedîderketina nirxên mirovahiyê ye” tê lidarxistin.
Heserokê Kongreya Civaka Demokratîk û Endamê Heyeta Îmraliyê Hatîp Dîcle, Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enver Muslîm, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kışanak, parlamenterên HDP’ê, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Kamuran Yuksek û Emîne Ayna, Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, ji 3 kantonên Rojava 43 delege, ji başûrê Kurdistanê di nav de parlamentera YNK’ê Êvar Îbrahîm Muhammed, ji PDK’ê Alî Holu, Behzad Zebarî jî hene nûnerên YNK û PDK’ê bi teahî 78 delege beşdar bûn.
Dîsa ji rojhilatê Kurdistanê nûnerên partiyên siyasî, endamên Platforma Jinûve Înşakirina Kobanê ya Ewropayê, rêxistinên sivîl ên ciakî yên ku ji konferansê re malovaniyê dikin, Sendîkaya Karkerên Înşeatê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Sarmaşik, Weqfa Çandê ya Anatolyayê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Komeleya Piştevaniya Jiyanê, Nûnera Tirkiyeyê ya Heinrich Boll Stifung Dr. Ulrike Dufner, endama Komîteya Piştevaniya Gelê Kurd a Lîonê Selena Verrî, ji Almanya, Fransa û Danîmarkayê ji Ewropayê 36 delege, tevahî 350 delege beşdarî konferansê dibin.
Di ketina salona konferansê de pêşangeya wêneyên ku ji aliyê rojnamgeran ve di dema pevçûnên herî dijwar de li Kobanê hatine kişandin pêk tê hate vekirin. Li hemberî provokasyonên ku dibe bên derxistin jî tedbîrên ewlehiyê yên berfiren hatin girtin.
Piştî axaftina vekirinê ya hevşaredara ku ji konferansê re malovaniyê dike, Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslîm, Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle û Hevseroka PYD’ê Asya Abdullan bi axaivin û dê sînevîzyona li ser berxwedana Kobanê bê pêşandan.
Piştre jî bi rûniştina “Encamên siyasî û civakê yên şerê Kobanê” nîqaş bên destpêkirin û dê tevahî rojê konferans bidome.
Di roja duyemîn de jî ji bo tespîtkirina rewşa fîzîkî û riyên çareseriyê yên înşakirina Kobanê dê bên nîqaşkirin.
(sa)-