1 deqîqe xwendin

Konferansa Netewî ya Jinên Kurd dest pê kir

AA
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

2'yemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd, li Hewlêrê destpê kir

2’yemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd, li Salona Saad Ebdillah a Hewlêrê bi tevlêbûna gelek jiên ku ji çar aliyên cîhanê hatine destpê kir. Konferansê bi rêzgirtin destpê kir. Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Amîna Zikriyan axaftina vekirinê kir û li ser girîngî û wetaya konferansê rawestî axivî. Konferans bi axaftinan didome.

Endama Komîteya Amadekar Nasik Tofîq jî diyar kiribû ku 186 jinên kurd ji her çar beşên Kurdistan û derveyê welêt beşdar bibin û wiha gotibû: "96 jin ji Başûrê Kurdistanê, 55 ji Bakurê Kurdistana , 17 ji Rojava, 24 ji li Rojhilatê Kurdistanê ji û 12 jinên Kurd jî dê ji derveyê welêt beşdar bibin."

(mae)