Kongreya Yekemîn a PYD’ê ya Kantona Cizîrê ku duh destpê kiribû, bi dawî bû. Di kongreyê de rêxistina partiyê li gorî sîstema kantonan hate birêxistinkirin û meclîsa kantonê hate avakirin. Her wiha rêzikname hate qebûlkirin
GIRKÊ LEGÊ - ANF
Kongreya Yekemîn a PYD’ê ya Kantona Cizîrê ku duh destpê kiribû, bi dawî bû. Di kongreyê de rêxistina partiyê li gorî sîstema kantonan hate birêxistinkirin û meclîsa kantonê hate avakirin. Her wiha rêzikname hate qebûlkirin.
Kongreya Yekemîn a PYD’ê ya Kantona Cizîrê ku duh saet di 09.00’an li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîkran a li bajaroka Rimêlan a girêdayî bajarê Girkê Legê, bi beşdarbûna 450 delegeyên PYD’ê yên hemû bajar û naveçeyên kantona Cizîrê û 150 mêvanan hate lidarxistin, bi dawî bû.
Piştî axaftinên Hevseroka PYD’ê Asya Ebdulah, axaftinên li ser navê Meclîsa Zagonsaz û Meclîsa Rêveber a Kanotona Cizîrê, her wiha li ser navê TEV-DEM’ê û partiyên din hatin kirin, kongre ji çapemeniyê re girtî dom kir.
Li gorî agahiyên ku ji Komîteya Amadekar a Kongreyê hatine girtin, di kongreya ku heta derengiya şevê dom kir de, raporên kar û xebatên rêxistinên PYD’ê yên hemû bajar û navçeyên kantonê hatin xwendin û bi awayekî berfireh nîqaş li ser hatin kirin.
Di kongreyê her wiha rêziknameya hundirîn a rêxistina PYD’ê ya kantonê ku li gorî sîstema kantonê hatiye amadekirin, ji aliyê delegeyan ve hat erêkirin. Li gorî rêziknameyê rêxistina PYD’ê ya Kantona Cizîrê ji Meclîsek 30 kesî û kordînasyonek 7 kesî pêk tê.
Piştî erêkirina rêziknameyê, ji bo endamtiya meclîsa PYD’ê ya Kantona Cizîrê serlêdan hatin qebûlkirin û hilbijartin pêk hatin. Di encama hilbijartinan de ji 64 namzetan 30 kes ji bo wekî endamên Meclîsa PYD’ê ya Kantona Cizîrê ku nûnertiya hemû bajarên kantonê dikin hatin hilbijartin. Li gorî vê yekê ji endamên meclîsê 6 ji Qamişlo, 3 ji Dirbêsiyê, 3 ji Serêkaniyê, 3 ji Hesekê, 2 ji Til Temir, 3 ji Amûdê, 4 ji Girkê Legê, 3 ji Dêrik û 3 ji Tirbespiyê hatine hilbijartin.
Kordînasyona PYD’ê ya Kantona Cizîrê ku ji 7 kesan pêk tê, wê di civîna Meclîsa Kantonê de bê diyarkirin.
Di dawiya kongreyê de Endamê Meclîsa PYD’ê Hesen Koçer axaftina girtinê kir û bang li hemû endaman kir ku lezê bidin xebatên xwe û li gorî rêziknameya hundirîn û biryarên kongreyê tevbigerin.