8 Gulan
RIHA (DÎHA) - Mela Saît Ozdemîr, diyar kir ku ew ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ji ber Kongreya Îslama Demokratîk anî rojevê mînetdarin û wiha got: "Kongre dê tevkariyê bide aştiya civakî, maf û azadiyan. Ji ber vê yêkê tevlîbûna alim û oldarên deweran cuda girîng e."
Melayên endamên DÎADER'ê derbarê Kongreya Îslama Demokratîk a ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di navbera 10-11'ê gulanê de li Amedê kom dibe axivîn û diyar kirin ku ew ji kongreyê re wateya pevçûnên li Rojhilata Navîn bi dawî bibin lê dikin. Melayan, anî ziman ku xebatên kongreyê ber bi dawîbûnê ve diçin û bang li hemû kesên dixwazin li ser navê îslamê biaxivin tevlî kongreyê bibin kirin. Heya niha gelek derdoran daxuyandin ku dê tevlî kongreyê bibin û piştî kongreyê ji bo xebatan bimeşînin dê komeke xebatê ava bikin.
'Kongreyekî dîrokî ye'
Mela Saît Ozdemîr, anî ziman ku kongre hemû gelên li Rojhilata Navîn eleqedar dike û hemû kesên dibêjin ez misliman im divê di vê kongreyê de cihê xwe bigirin. Ozdemîr ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku ji bo pêkanîna kongreyê roleke gelek mezin lîst jî spasiyên xwe pêşkêş kirin û wiha got: "Çima Ocalan ev bang kir? Divê ewil ev yek baş bê fêmkirin. Li Rojava bi hezaran mirovên me di bin navê Îslamê de bi hovî hatin qetilkirin û hêj jî tên qetilkirin. Ev kongre xwedî girîngiyekî dîrokî ye. Rizgariya hemû alimên îslamê di aliyekî de girêdayî vê konferansê ye." Ozdemîr, xwest ku hemû kes tevlî kongreyê bibin û wiha pê de çû: "Kongre dê tevkariyê bide aştiya civak, maf û azadiyan. Oldar û alimên li çar aliyên cîhanê tevlî kongreya li Amedê dibin gelek girîng e."
'El Kaîde, El Nusra û IŞÎD îxanetê li Îslamê dikin'
Ozdemîr, bilêv kir ku divê pirsa "Ola Hz. Muhammed çiye çi nîn e?" baş bê nîqaşkirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Peymana Medîneyê çi dibêje û niha çawa tê bikaranîn. Tiştên di Peymana Medîneyê de tên gotin û tiştên nihat pêktên tu eleqeya wan bi Îslamê nîn e. Ola me, ola di serdema Hz. Muhammede ye. Ola Hz. Muhammed zilim tu kesî nekiriye. Di Îslamiyetê de nabêje 'serê mirovan jêbikin' Ola Îslamê ji her kesî re wekî hev nêzîk dibe. Ji hemû reng, deng, ziman û olan re dilgerim nêzîk dibe. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn bi heqîqetê peyda bikin û bigihijin rizgariyê Kongreya Îslama Demokratîk pêşkêş kir." Ozdemîr, balkişand ser ayeta Quranê ya "Min mirov qebîle qebîle afirandin. Min cudahiya nîjad û zimanê wan afirand. Ji bo ku tu kes ji yên din mezintir na û an jî li ser yê din desthilatdariyê bike na." û wiha axivî: "Kurd heya niha her tim zilim dîtin, rastî komkujî û qirkirinan hatin. Niha li Rojava heman tişt pêk tê û ev yek jî di bin navê Îslamê de pêk tê. Yên vê yekê dikin tu eleqeya wan bi Îslamê tuneye. Zimanê înglîzan, emrîkayan, elmanan, ereban û tirkan heye çima yê kurdan tuneye? Gelo ew di kategoriya mirovan de nîn in? Bi mîlyonan kurdê li cîhanê belavbûn hene? Ji hemû kesî re kîjan maf tên dayîn divê ji kurdan re heman maf bên dayîn. Birêz Abdullah Ocalan vê yekê di parêze. Tu dewletekî îslamê yên van mafan biparêzin tuneye. Bi taybet El Kaîde, El Nusra û IŞÎD îxanetê li Îslamê dikin. Ji ber vê yekê Kongreya Îslama Demokratîk li hemberî van derdoran e û gelek girîng e. Di kongreyê de elewî, sunnî û hemû derdorên din nîqaşekî hevpar meşandin û biryarên erenî girtin gelek girîng e."
'Peyman Medîneyê ya maf e'
Mela Omer Halîl Dogan jî diyar kir ku ew kongreyê gelek girîng dibîne û wiha got: "Fersendeke dîrokî ye. Ola Îslam ola Xwedê ye. Kesên li Rojava bi 'Allah u Ekber' serê mirovan jêdikin tu eleqeyan wan bi mirovahiyê û Îslamê tuneye. Ji bo hêzên qirêj, komkujer, xirabker û kuje yên olê tune dikin ji holê bên rakirin girêdayî encamên di vê kongreyê de derdikevin holê ye. Ji ber vê yêkê divê hemû oldar di vê kongreyê de cihê xwe bigirin." Dogan, Peymana Medîneyê bi bîrxist û wiha axivî: "Tu usulekî wê peymanê nemaye. Ji ber vê yêkê kongreya Birêz Abdullah Ocalan pêşkêşî me kir em baş bi nirxînin. Ya sereke ew e ku em xîma ol peyda bikin. Kongreyekî hemû gelên Rojhilata Navîn eleqedar dike ye. Ev kongreyekî zarurî bû û hewcehî pê heye. Ez hêvî dikim ku ev kongre ji Kurdistan, cîhana îslamî û hemû mirovahiyê re bibe vesîleya aştiyê."
'Ji bo aştiyê fersend e'
Mela Muhammed Yilmazsoy jî diyar kir ku kongre lêgerîna edaletê ye û wiha got: "Dema mirov kaosa li Rojhilata Navîn li ber çavan digire biryarekî di cih û demê de ye. Ez ji Birêz Abdullah Ocalan re ji ber ku ev kongre pêşniyar kir û aqil dayîna wê kir gelek spasiyên xwe pêşkêş dikim. Kongre ji bo rewşa aştiyane ya di dema Hz. Muhammed de careke din qezenc bike fersendekî gelek girîng e. Hêvî dikim ku ev projeya Ocalan dê bikeve jiyanê û bibe vesîleya rizgariya hemû gelên Rojhilata Navîn."
(bd/mae)