4 deqîqe xwendin

Kurd dixwazin serbixwe tevlî Cenevre-2 bibin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

09:00 18.01.2014 1 / 3 NÎHAT KAYA-WEHBÎ DEMÎR

HEWLÊR (DÎHA) – Piştî ku ji aliyên hêzên navnetewî yên di Konferansa Cenevre-2 de xwedî bandorin destûr nedan aliyê Kurd bi awayek serbixwe tevlî konferansê bibe, li rastî nerazîbûnek tund ya gelê Kurd, aliyên siyasî û civakî yên Kurd hatin. Li Hewlêrê jî welatiyên dibêjin bê Kurdan li çareseriya aloziya Sûriyê gerîn ne gengazeû wê aloziyê hîn kûrtir bike.

Bi nêzîkbûna Konferansa Cenevre-2 a ku wê têde pêşeroj û çarenûsa Sûriyê were nîqaş kirin. Alî dê li riyên çareseriya aloziyan bigerin. Dewletên navnetewî yên ku weke hêzên sereke û bibandor di konferansê de cihê xwe digrin, destûr nedan ku Kurdên Rojava weke aliyek serbixwe yê Kurd tevlî konferansa di 22’ê Çile de pêk bê bibin. Piştî vê helwesta hêzên navnetewî ya li hember aliyê Kurd bû sedem ku di nav gelê Kurd û raya giştî de rê li bertek û nerazîbûnan vekir. Têkildarî mijarê li Hewlêrê welatiyên Kurd hesên xwe ji ajansa me re nirxandin. Welatiyan bang li gelê Kurd û hêzên navnetewî kir kû, jibo Kurd wek aliyek serbixwe tevlî Konferansê bibin barê dîrokî yê dikeve li ser milê xwe pêkbînin.

Welatiyê binavê Kerem Adım dibêje berî kû mirov qala helwesta hêzên navnetewî a li dijî beşdarbûna Kurdan wek aliyek serbixwe a Cenevre-2 bike, divê gelê Kurd bixwe bigihije wê baweriyê kû ev firsendek dîrokîye û hemû aliyên Kurd li ser vê mijarê bibin xwedî fikrek hevbeş û wiha pêde çû; “Ez di serî de vê helwesta hêzên navnetewî DYA û Îngîltere bitundî şermezar dikin. Ji ber dema mirov li rastiya mijarê dinêre dibîne kû aliyên kû jibo çareseriya aloziya Suriyeyê muxatap tên girtin hêzên tundûtîjîyê pêktînin û terorîstin. Dewletên navnetewî van hêzane weke aliyên çareseriya aloziya Suriye yê dibîne, lê Kurdên Rojavayê Kurdistanê kû heta niha serî li tu rê û rêbazên terorîzm û tundutîjiyê nedaye û tenê bi awayek rewa jibo gelê xwe û welatê xwe berxwedanê li hember aliyên şerxwaz û dagirker dike, nabîne. Ev jî tê wê wateyê kû bi ne vexwendina aliyek serbixwe yê Kurd jibo Konferansa Cenevre-2‘yê, kûrkirina aloziya Sûriyê ye. Jiber kû ji sê hêzên sereke yên Sûriyê yek jî hêz û aliyê Kurd e. Lewma dibêjim eger di lêgerîna çarenûsa Sûriyê de mafên gelê Kurd li berçav neyên girtin, konferans bê wate dibe, nagihe armanca xwe û alozî wê kûrtir bibe.” Adım di berdewama axaftina xwe de bang li gelê Kurd û hêzên navnetewî kir kû jibo beşdarbûna Kurdan bi aweyek serbixwe ji Cenevre-2’yê re berpirsyartiyên xwe yên dîrokî bicihbînin.

Welatiyê binavê Mihemed Canpolat jî da zanîn kû di dîrokê de heta niha tu caran tu hêzan nexwestiye pirsgirêka gele Kurd çareser bibe û îro jî heman hêzên naxwazin Kurd bi awayek serbixwe beşdarî Konferansa Cenevre-2’yê bibin. Canpolat gotinên xwe wiha domand; “Lewra divê gele Kurd bi pêçêbûna xwe li dermanê derdê xwe bigerin. Eger vêya li hiviya hinekên din bihêlin wê dîsa winda bikin. Di çareseriya aloziya Sûriyê de yek ji mûxatabên herî mezin gelê Kurd û parçeya Rojavayê Kurdistanê ye. Lewma eger di çareseriya pirsgirê de mafên Kurdan li berçav neyê girtin, hemû cîhan jî baş dizane ev riyên lêgerina çareseriya Sûriyê yên ji dilin û pirsgirêk tu car çareser nabe. Jibo vê jî Kurd di çareseriya aloziya Sûriyê de aliyek berbiçav û girînge. Dîvê hêzên navnetewî di vê konferansê de aliyê Kurd weke aliyek serbixwe bipejirînin.”

Silêman Kiliç jî da zanîn kû divê aliyê Kurd bi vîna xwe, reng û dengê xwe tevlî Konferansa Cenevre-2 bibe û dîtinên xwe wiha anî ziman; “Hêzên navnetewî di çarenûsa pirsgirêka Sûriyê de, dixwazin Kurdê xwe û çareseriyek li gorî berjewendiyên xwe avabike. Lê dema mirov temaşeyî dîrokê dike, dibîne kû di van demên dîrokî de hertim Kurd bi tiştên asanî û ji rêzê hatine xapandin. Lê gelê Kurd êdî ne Kurdê beriya 40 salane û di mijara Kurdbûna û xwe nasînê de bûye xwedî zanîn û têgehiştinek. Lewma eger destûr nedin Kurd wek aliyek serbixwe beşdarî konferansê bibin, hem aloziya Sûriyê nagihe çareseriyê hem jî wê Kurd li çareseriya pirsgirêka xwe binêrin û çi bedel bê xwestin wê bidin.”

(wd/mae)