Kurd li gel qedexeya dewletê dê bi libasên neteweyî derkevine qadan
HULYA EMEÇ
AMED (DÎHA) - Cilên neteweyî yên kurdan berî pîrozbahiya Newrozê bi pêşnûmeya "Pakêta Ewlehiya Navxweyî" hat qedexekirin. Pişti cilên kurdî hatin qedexekirin eleqe û baldariya kurdan a li hemberî cilan zêdetir bû. Beriya Newrozê li dijî înada dewletê jinan kiras û fîstan û mêran jî şal û şapik dirûtin û dê bi libasên neteweyî beşdarî pîrozbahiya Newroz bibin.
Sal bi sal gelê kurd bi çand, ziman û nasnameya xwe ya resen beşdarî pîrozbahiya Newrozê dibin û agirê Newrozê geştir dikin. Sal bi sal tevlêbûna kurdan a Newrozê zêdetir dibe. Her wiha sal bi sal reng û ruyê kurdan ê bi cil û bergên wan bêtir xwe dide der. Ji 4 perçeyên Kurdistanê û welatên Ewropayê kurd berê xwe didin pîrozbahiya Newrozê û bi cil û libasên xwe yên neteweyî reng didin Newrozê.
Îsal beriya Newrozê bi çend hefteyan bi pêşnûmeya "Pakêta Ewlehiya Navxweyî" re cil û libasên kurdan hatin qedexekirin. Piştî cil û libasên kurdan hatin qedexekirin, eleqeya kurdan a li hemberî cil û libasan zêdetir bû. Newroza îsal ji bo gelê kurd xwedî wateyek dîrokî ye. Beriya Newroz li Amedê bê pîrozkirin, jin ji bo bi kiras û fîstan û zilam jî ji bo bi şal û şapik beşdarî Newrozê bibin berê xwe dan dikanên cilên neteweyî û dest bi fesala cilên neteweyî kirin. Jinan berê xwe dan Atolyeya Fesal û Dirûnê ya Kooperatifa Jinan a Rezan û dest bi kampanya "Libasên neteweyî li xwe bike û çanda xwe bide jiyandin" dan destpêkirin. Piştî kampanyayê bihayê cilan li ser daxwaza welatiyan hat erzankirin û derxistin firotinê. Seroka Kooperatifa Jinan a Rezan Besile Narin, diyar kir ku bi qedexeyan çanda kurdan nayê tunekirin û bang li her kesî kir ku ji 7 salî heta 70 salî bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî Newrozê bibin.
Narîn, destnîşan kir ku jinan di 8'ê Adarê de jî bi cil û libasên neteweyî reng dan çalakiyan û dê di Newrozê de jî reng û çanda xwe geş bikin. Narîn, da zanîn ku ev ne pirsgirêka jinê tenê ye, pirsgirêka hemû civak û neteweyan e. Narîn, bang li hemû mirovahiyê kir ku li çand û nirxên neteweyî xwedî derkevin û Newrozê bikin wesîleya aştî, aramî û azadiya gelan.
Narîn, Newroza hemû gelan pîroz kir û anî ziman ku ji bo peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan guhdar bikin dê wê rojê li Qada Newrozê bim.
Firoşkera cilên neteweyî Remziye Kaya jî bal kişand ser "Paketa Ewlehiya Navxweyî û anî ziman ku piştî vê qedeşeyê firotina cilên kurdî zêdetir bûye. Kaya, anî ziman ku cilên neteweyî dê qada Newrozê bêtir rengîn û xweşiktir bike.
(mae)