1 deqîqe xwendin

Kurdan 11 Parlementerên Jin Hilbijart

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

AMED - Li gorî hilbijartina sala 2007, rêjeya jinan a di Meclîsa Tirkiyeyê de ji sedî 56 zêde bû. Di encama hilbijartina derbasbûyî de jimara jinan 50 bûn û vê carê 78 jin diçin Meclîsê. Li gorî vê ji AKP’ê 45, ji CHP’ê 19, Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê 11 û ji MHP’ê 3 jin diçin parlementoyê.

Namzedên Eniyê yên jin wiha ne: Sebahat Tuncel, Pervin Buldan, Aysel Tugluk, Leyla Zana, Nûrsel Aydogan, Emine Ayna, Mulkiye Bîrtane, Ayla Akat Ata, Gultan Kişanak, Selma Irmak, Gulseren Yıldırım.