3 deqîqe xwendin

Kurdan ji Lozanê gotin: Em ê rê nedin Lozaneke duyemîn

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Peymana Lozanê di salvegera 92. de, li cihê peyman lê hat morkirin ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi mîtîngekê hat protestokirin

LOZAN - SERKAN DEMÎREL / ANF Peymana Lozanê di salvegera 92. de, li cihê peyman lê hat morkirin ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi mîtîngekê hat protestokirin. Di axaftinên li mîtîngê de hat ragihandin ku bi Şoreşa Rojava re Peymana Lozanê êdî derbasdar nîne û hat destnîşankirin, ku gelê Kurd wê ti carî rê nede Lozaneke duyemîn.

Peymana Lozanê ya piştî şerê yekemîn ê cîhanê di 24'ê Tîrmeha 1923'an de di navbera Tirkiye, Fransa, Japonya, Îngilîstan, Yewnanîstan, Romanya, Bûlgarîstan, Portekîz û Belçîkayê de li bajarê Swîsre Lozanê hat morkirin, di salvegera 92. de ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi mîtîngekê hat protestokirin.

Mîtîng li meydana Oûchy a li pêşberî cihê peyman lê hat morkirin pêk hat û bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn. Li qada mîtîngê pankartên bi nivîsa "Bi Şoreşa Rojava re Peymana Lozanê hikmê xwe winda kiriye" hat daliqandin û dirûşmên "Lozan bê hikum e", "Bijî Rojava", "Ji afirînerên şoreşê re hezar silav", "Kujer DAIŞ kujer AKP", "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" hatin qîrîn. Her wiha kmkujiya li Pirsûsê, êrîşa hewayî ya li hemberî Qendîlê û tecrîda li ser Ocalan hatin şermezarkirin.

LOZAN BÊ HIKUM E

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê, li ser navê Navendên Civaka Demokratîk li Swîsreyê (DEM-KURD) Hanîfî Ceylan peyivî. Ceylan bi protestokirina Peymana Lozanê ku rê li ber parçebûna Kurdistanê bi çar parçeyan vekir dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku bi Şoreşa Rojava re peymanê hikmê xwe winda kiriye.

Ceylan anî ziman ku yên di sala 1923'an de Kurd tine hesibandin îro di nava şaşîtiyeke mezin de ne û destnîşan kir ku Kurdan bi berxwedanê re sînorên çêkirî yên li Lozanê li hemberî wan hatin xêzkirin, ji holê rakirine. Ceylan da xuyakirin ku hêzên emperyalîst û xulamên wan ê li Lozanê Kurd û Kurdistan tine hesibandin, tevî hemû polîtîkayên xwe yên 92 salan jî nikarîbûn Kurdan tine bikin û da zanîn ku bi Şoreşa Rojava re baştir hatiye fêmkirin ku Kurd êdî ti carî nikare tine bên hesibandin.

'EM Ê RÊ NEDIN LOZANEKE DUYEMÎN'

Ceylan bi zimanekî tund komkujiya li Pirsûsê, êrîşên hewayî yên li hemberî Qendîlê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rexne kir û ragihand ku hikûmeta AKP, ji ber têkçûna xwe ya li pêşberî gelê Kurd, welêt ber bi şer ve dehf dide.

Piştî Ceylan Zozan Efeltî bi zimanê Fransî daxuyaniyek da û bal kişand ser wateya Peymana Lozanê ji bo Kurdan. Efeltî destnîşan kir ku Kurd wê ti carî rê nede Lozaneke duyemîn.

Mîtîng piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmên "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aştî" bi dawî bû.