1 deqîqe xwendin

Kurdan Li Helebê Du Cih Standin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Piştî êrîşên artêşa Sûrî, YPG'ê êrîş bir ser hêzên rejîma Sûrî û du cihên stratejîk ên Helebê xist destên xwe.

Li gor agahiyan artêşa Sûrî li her du cihan gelek zerar daye û 20 leşkerên rejîmê hatine kuştin. Li gor dîmenên Ajansa Nûçeyan a Firatê weşandin, YPG'ê ala kesk û sor û zer a herêmê li her du cihên stratejîk daleqandiye.

Wekî tê zanîn van rojan artêşa Sûrî gelek caran êrîş biribû ser taxên kurdan ên Helebê û gelek kurdan jiyana xwe ji dest dabû.